Li qezaya Xebatê zevî bi ser 2600 fermanberan de hatin dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Xebatê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, proseya pişkavêtinê (tirûpişk) ji bo dabeşkirina zeviyan bi ser fermanberên sivîl û serbazî de dest pê kir.

Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro 8ê Tîrmehê di konferansekî rojnamevaniyê de ragihand, di vê qonaxê de 2 hezar û 600 fermanberên ku berê form dagirtine û rênimayên yasayî temam kirine, bi rêya pişkavêtinê dibin xwedî zevî.

Sasan Ewnî her wiha aşkere kir, ji bo cotkarên xwedî maf jî, zêdetirî 400 parçe zevî hatine amadekirin, daku li gorî rênimayên yasayî radestî wan werin kirin.

Serokê Şaredariya Xebatê Dilawer Mizûrî berê ji Kurdistan24ê re ragihandibû, ev zevî di navbera komelgeha Cedîde û nahiya Rizgariyê de ne. Ev navçe li ser rêya Hewlêr-Xebatê ye û xwedî pêgeheke guncav a stratejîk e.

Li gorî amarên fermî, heta niha li sînorê Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê, zêdetirî 35 hezar parçe zevî hatine dabeşkirin. Tê pêşbînîkirin ku nêzîkî 11 hezar fermanberên din di qonaxên bê de zeviyên xwe wergirin, ku piranî li sînorê qezayên Herîr û Koyeyê ne.

Ev prose di çarçoveya biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de tê cîbicîkirin. Di dabeşkirina zeviyan de sîstema "xalbendiyê" tê peyrewkirin, daku mafê fermanberan bi rengekî dadperwerane were parastin. Saziyên peywendîdar tekez dikin ku hemû amadekarî hatine kirin daku ev prose bi serkeftî bi dawî bibe.