Trump: Em dê îşev êrîşeke girantir bibin ser Îranê

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump li nav Lûtkeya NATOyê li Enqereyê aşkere kir ku wekî bersiveka bilez bo êrîşên li ser keştiyên petrolê, hêzên wan şeva borî bi giranî li armancên Îranê daye û hişyarî da ku îşev jî dê êrîşeke girantir bibin ser wan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeka nû de li nav Lûtkeya NATOyê li Enqereyê ragehand, wekî bersiveka bilez bo êrîşên ser keştiyên petrolê, hêzên Amerîkayê şeva borî bi giranî hinek armancên Îranê bombebaran kirine.

Serokê Amerîkayê di vê daxuyaniyeka nû de ragehand ku Waşinton destûrê nade ku ewlehiya keştîvaniyê li Tengava Hurmizê bê têkdan û mafê wan ê tam heye ku berevaniyê ji keştiyên bazirganiyê bikin.

Serokê Amerîkayê hişyariyeka tund da Tehranê û got: "Şeva borî me bi giranî li wan da, pir pir giran. Tê pêşbînîkirin ku îşev jî careka dî em bi tundî li wan bixin. Ez ji vê derê hişyariyeka demkî didim wan ku îşev em dê êrîşeka girantir bibin ser wan."

Trump diyar jî kir ku ew çavdêriya rewşê dikin ka dê bigihîje ku derê, lê hevdem nerazîbûna xwe ya tund li hember reftarên Îranê yên li herêmê nîşan da û ragehand ku ew ji vê helwêsta xwe paşve gavan naavêjin.