Lîjneyek bo pêdaçûna karnameya wezarî ya hikûmeta Zeydî hatiye avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ligel destpêkirina gera nû ya danana qanûnan a Parlamena Îraqê, aliyên siyasî zextên xwe bo temamkirina kabîneya wezarî ya Serokwezîr Elî Zeydî zêde kirine; ev jî di demekê de ye ku piştî vegeriana serokwezîr ji Waşintonê, çarenivîsa 9 wezaretên bêwezîr tê yekalîkirin.
Di nava 23 wezaretên hikûmeta nû ya Îraqê de, hîn jî 9 wezaret bi wekalet tên birêvebirin. Sedema serekî ya vê mijarê jî duberekî û lihevnekirina navbera aliyên Şîe, Sune û Kurdan e. Di vê navberê de jî, Wezareta Avadankirin û Akincîkirinê, ku pişka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, berbijarê wê di rûniştina yekê ya parlamenê de nekarî dengên pêdivî bi dest bixe.
"Li dijî berbijarê PDKê lihevkirineke pêşwext hebû"
Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamena Îraqê Daner Ebdulxefar bo Kurdistan24ê ragehand: "Di rûniştina parlamenê ya bawerîdana bi wezîrên kabîneya Zeydî de, diyar bû ku lihevkirineke pêşwext di navbera hinek aliyan de hebû ku dengê xwe nedin berbijarên hinek aliyên dî. Ji ber vê yekê, me li Dadgeha Federalî tana xwe li encamên wê rûniştinê daye û em li benda biryara dadgehê ne."
Li gorî agahiyan, bê-wezîr-mana van 9 wezaretan bo du sedemên serekî vedigere; pareka wê girêdayî duberekiyên navxweyî ye, para din jî girêdayî wê hişyariya Amerîkayê ye ya ku bi aliyên Iraqî hatiye dayîn ku nabe hêzên siyasî yên çekdar di birêvebirina deshilatê de pişkdar bibin.
Li benda vegera Zeydî ji Amerîkayê ne
Ji aliyekê din ve jî, Parlamentera Îraqê ji Fraksiyona Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Sirwe Mihemed bo Kurdistan24ê got: "Piştî serdana Elî Zeydî bo Amerîkayê û vegera wî bo Îraqê, rûniştina parlamenê bo temamkirina kabîneya wî dê bê kirin. Niha em agahdar in ku lîjneyek bo pêdaçûna karnameya wezarî ya hikûmeta Zeydî hatiye avakirin."
Niha wezaretên ewlehiyê yên Îraqê bi wekalet tên birêvebirin, ku ev yek bûye sedema valahiyeke mezin di rewşa ewlehiyê de. Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Wezareta Navxwe ku di nav pêkhateya Şîeyan de pişka Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ye, sê berbijarên nû bo hatine pêşkêşkirin.
Ji aliyekê din ve jî, Wezareta Berevaniyê ku pişka Suniyan e û digihîje Hevpeymaniya 'Ezm'ê; piştî girtina Musena Samerayî, Mihemed Helbûsî bizavê dike ku wê postê bo partiya xwe misoger bike.