Belgenameya lihevkirina nihênî ya YNK û Nifşê Nû hat eşkerekirin

Bafil Talebanî û Şaswar Ebdulwahid
Bafil Talebanî û Şaswar Ebdulwahid

Hewlêr (K24) – Berpirsê berê yê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Tevgera Nifşê Nû Sêbûr Mentik belgenameyeke girêdayî lihevkirineke nihênî û bişert di navbera Şaswar Ebdulwahid û Bafil Talebanî belav kir, ku tê de hûrgiliyên pevguhertina serpişkiyên darayî û siyasî hatine berçavkirin.

Berpirsê berê yê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Tevgera Nifşê Nû Sêbûr Mentik îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) belgenameyeke du-par belav kir, ku şert û daxwazên navbera Serokê Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahid û Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî vedigire.

Li gorî wê belgenameyê, ev lihevkirineka pêşwext di dema girtina Şaswar Ebdulwahid de di zîndanê de hatiye îmzekirin û tê de berjewendiyên bazirganî û siyasî hatine têkelkirin.

Pişka Yekê: Daxwazên Şaswar Ebdulwahid di zîndanê de

Li gorî belgenameya navborî, daxwazên Serokê Nifşê Nû ji Bafil Talebanî bi armanca parastina pêgeha wî ya darayî û bazirganî bûn, ku yên herî girîng ev in:

- Girtina dosyeyên qanûnî: Girtina hemî dosyeyên dadgehê yên girêdayî borî û nihayên Şaswar.
- Vegerandina milkan: Wergirtina hemî milkên ku pêştir hatine bindestkirin.
- Pişka hikûmî: Wergirtina wezaretekê di hikûmeta federal a Îraqê de.
- Dosyeya “Chavi Land”ê: Bêdengkirina hemî xwedan-pişkan û qebûlnekirina ti gilî û gazineke qanûnî li ser projeya “Chavi Land”ê ji aliyê dezgehên peywendîdar ve.
Piştgirî û arastina bazirganiyê: Parastina berjewendiyên bazirganî, jiyan û milkên wî û malbata wî, ligel pêşkêşkirina alîkariya madî bo projeyên wî yên bazirganî.
Pişka Duyê: Şert û daxwazên Bafil Talebanî

Li aliyê din jî, Bafil Talebanî li beramberî azadkirina Şaswar û bicihanîna daxwazên wî yên bazirganî, çend şertên siyasî û medyayî li ser wî sepandine:

- Birîna peywendiyan ligel PDKê: Girtina deriyê danûstandinan ligel şandeya PDKê bo pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
- Kontrolkirina medyayê: Bêdengkirina hemî medyayên Nifşê Nû û rawestandina her rexneyekê li dijî siyaseta YNKê û malbata Talebanî (bi taybetî Bafil Talebanî û Qubad Talebanî).
- Paşkoyî di parlamenê de: Fraksiyona Nifşê Nû di Parlamena Kurdistanê de (ku xwediya 15 kursiyan e) biçe pal Fraksiyona YNKê û pabendî biryarên wê be.
- Radestkirina pişka hikûmî: Pêşkêşkirina wan pişk û wezaretên ku di avakirina hikûmetê de digihîjin Nifşê Nû bo YNKê.
- Pabendbûna bi siyaseta giştî ya YNKê: Pabendbûna bi tevahî ya Şaswar Ebdulwahid bi siyaseta Bafil Talebanî li ser asta pêkanîna hikûmetê, çalakkirina parlamenê û pirsên hilbijartinan. Herwesa arastekirina gotara medyayî ya Nifşê Nû tenê bo rexnekirina PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî pabendbûna bi hevahengiya di peywendiyên derve de ligel siyaseta YNKê.
Ev belgenameya ku ji aliyê Sêbûr Mentik ve hatiye belavkirin dibe sedema eşkerekirina dîtineke nû li ser awayê birêveçûna hevrikiyan û lihevkirinên pişt perdeyê yên siyasetê li Herêma Kurdistanê û nîşandana awayê destberdana Serokê Nifşê Nû bo berjewendiyên wî yên bazirganî û partîtî de.