Li Rûsyayê 21. Festîvala Fîlman a Girêdayî Malbatê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Gera 21ê ya Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Sînemayî ya "Li Dor Malbatê" li bajarê Yaroslavlê yê Rûsyayê bi tevlîbûna derhêner, lîstikvan û berhemên 47 welatên cîhanê hat lidarxistin. Armanca serekî ya vê festîvalê parastina pêkhateya malbatê û bihêzkirina peywendiyên civakî ye.
Di dema pênc rojên festîvalê de, 140 fîlmên dirêj û kurt hatin nîşandan ku hemiyan hezkirin, dilsozî, dilovanî û baweriya di jiyana hevjîniyê de nîşan didan. Endamên rêxistinê yên festîvalê diyar dikin ku tevî baranê jî, eleqeya xelkê pir mezin bû û ev çalakî alîkariya perwerdekirina nifşê nû dike daku fîlmên kûr û watedar çê bikin.
Sînema wekî amûreke perwerdehiyê
Serokê Festîvala "Li Dor Malbatê" Alexander Kovtunets li ser giringiya vê rûdanê ragihand: "Nîşandana fîlmên li ser pirs û arêşeyên malbatê, ji bo bihêzkirina peywendiyên kesan û parastina bingehê malbatê ye. Em derhênerên ciwan fêr dikin ku fîlmên wisa kûr çê bikin ku bîner li ser xwe û kesûkarên xwe bifikirin."
Kovtunets herwesa bal kişand ser kongreyekê di nav festîvalê de, ku behsa jiyana mirovan û çareserkirina fêhmnekirinên civakî dike, û got: "Sînema me tîne cem hev. Her kes bextewariyê dixwaze û dixwaze zarokên wan şad û rehet bin."
Hêza baweriyê li dijî herifîna malbatê
Avanekirina malbatê, bilindbûna rêjeya berdanê û kêmbûna bûna zarokan wekî xeteriyên herî mezin li ser demografiyaya Rûsyayê tên dîtin. Ji ber vê yekê jî, di nav vê festîvalê de kesatiyên dînî û civakî rênîşandana kesan dikin bo jiyaneke saxlem.
Serokê Pişka Çandê ya Dêra Yaroslavlê Mikhail Smirnov jî li ser vê pirsê ragihand: "Li gorî dînê Mesîhiyê, malbat dêreke piçûk e. Ger baweriya bi Xudê bingeha malbatê be, ew avahî xurt dibe.”
Smirnov herwesa got: “Di vê serdemê de, heke di nav malbatê de bawerî hebe, hezkirin mezin dibe û zarok jî vê yekê dibînin. Çend em nêzîkî dîn û Xudê bin, em dê ewqas ji pêlên wêranker ên serdemê parastî bin."