Omêd Ehmed: Tevî krîza darayî, xizmetkariyên elektrîkê berdewam bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di dema kabîneya nehê de berhemhanîna elektrîkê bi 1100 megawattan hatiye zêdekirin û çend projeyên stratejîk ên gazê jî hatine bicihanîn.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omêd Ehmed îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di dema heft salên borî de û di çarçoveya karên kabîneya nehê de, di sektora elektrîkê de karên pir baş hatine kirin. Tevî hebûna arêşeyên darayî û nebûna budceya pêdivî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê şiyaye xizmetkariyan bo welatiyan berdewam bike."
Omêd Ehmed diyar jî kir ku karkirina di tevahiya torên elektrîkê yên Herêma Kurdistanê de berdewam bûye û di vê demê de jî 1100 megawattên elektrîka nû li ser tora niştimanî hatine zêdekirin.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê herwesa got: "Ji aliyê dabînkirina sotemeniyê ve, di demeke kurt de pîvaneke pir mezin a gazê bo westgehan hat zêdekirin."
Omîd Ehmed bal kişand ser yek ji giringtirîn projeyên hevpar ên navbera Wezareta Elektrîkê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û ev pêngav destnîşan kirin:
- Xeta gaza Hewlêr - Dihokê: Projeyeke bêwêne û stratejîk bû ku bo cara yekê ye karekî bi vî rengî li Herêma Kurdistanê tê kirin.
- Xeta gaza Çemçemal - Kormorê: Pêngaveke bibandor a rasterast li ser zêdekirina şiyana berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê.