Medyaya Amerîkayê: Îranê plana terorkirina Trump danaye
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên Amerîkayê eşkere kir ku Îsraîlê zanyarên hewalgirî yên "nû û destnîşankirî" li ser planeke Îranê bo kuştina Trump dane Waşintonê; ev jî bûye sedema bicihanîna rênmayiyên ewlehiyê yên neasayî li ser geşta deryayî û asmanî ya Serokê Amerîkayê.
Medyaya Amerîkayê eşkere kir ku Îsraîlê di vê hefteyê de zanyarên hewalgirî yên "nû û destnîşankirî" li ser planeke Îranê bo kuştina Serokê Amerîkayê Donald Trump dane Amerîkayê. Ev pêşveçûn jî ligel gurrbûna rûbirûbûnên serbazî yên navbera Waşinton û Tehranê hevdem e.
Tora CNNê ya nûçeyan li ser zarê çend çavkaniyên haydar veguhestiye ku Amerîkayê berdewam çavdêriya "pêleke bêqutbûn" a zanyarên hewalgirî li ser planên îhtîmalî yên armanckirina Trump kiriye, lê hişyariya nû ya Îsraîlê zanyarên nû li ser planeke destnîşankirî tê de bûne.
Hevdem rojnameya "Wall Street Journal"ê jî li ser zarê çend çavkaniyên ku navên wan eşkere nekirine, diyar kiriye ku zanyarên hewalgirî yên Îsraîlê behsa planeke "nû" bo armanckirina Serokê Amerîkayê dikin.
Ji aliyekî din ve jî, Donald Trump di dema vegera xwe ya ji lûtkeya NATOyê ya li Tirkiyeyê de, di nav balafira serokatiyê de ji rojnamevanan re ragihand ku Îranî "dixwazin serkirdeyê Amerîkayê ji nav bibin", herwesa got ku wî zanyarî dîtine, ku navê wî di nav lîsteya armancan de ye.
Ev raport ligel wan gotgotkan hevdem in ên ku behsa bicihanîna rênmayiyên ewlehiyê yên neasayî di geşta Trump a ji Tirkiyeyê de dikin; piştî ku ew bi balafireka kevn a serokatiyê bi rê ketiye û paşê ji Brîtanyayê bo balafira nû ya serokatiyê hatiye veguhastin, daku geşta xwe ber bi Waşintonê ve temam bike.
Rojnameya "New York Times"ê herwesa bal kişandiye ser wê yekê jî ku guherandina balafirên li ser daxwaza Saziya Nihênî ya Amerîkayê mîna "rênmayiyeke ewlehiyê ya xweparastinê" bûye, di demekê de ku pirsiyar li ser peywendiya vê pêngavê bi gefên îhtîmalî yên li ser Serokê Amerîkayê zêde bûne.