Li Iraqê berpirsên Banka Rafîdeynê bi tohmeta sextekariyê hatin girtin

Banka Rafîdeynê
Banka Rafîdeynê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeke hevpar a Desteya Destpakiyê di operasyonekê de li parêzgeha Dîwaniyeyê çend berpirsên Banka Rafîdeynê bi tohmeta gendelî, destkarîkirina dirav û dizîna çavkaniyên giştî hatin girtin.

Li gorî zanyarên destpêkê yên lêkolînê, wan berpirsan di cûnên diravên nav bankê de sextekarî kirine; bi rengekî ku pereyên 50 hezar dînarî bo 1 hezar dînarî guhertine. Ev dekûdolab û hîlebaziya wan bûye sedema gihandina ziraran bi çavkaniyên giştî, ku bi qasî 1 milyar û 600 milyon dînarên Îraqî tê texmînkirin.

Piştî girtina wan, rêkarên qanûnî li beranberî tometbaran hatine bicihanîn û lêkolîn bo eşkerekirina hemî endamên wê tora gendeliyê û vegerandina pereyên dizî berdewam in.

Tundkirina Rêkaran û Operasyonên Dijî Gendeliyê

Ev jî di demekê de ye ku rêkarên çavdêriyê li saziyên hikûmî zêdetir hatine tundkirin û tekez kir ku her destkariyeka di çavkaniyên giştî de dê rûbirûyî cezayên tund û lêkolînê be.

Dezgeha Dijeterorê û hêzên ewlehiyê yên Îraqê li serê sibeha roja Yekşemê (28ê Hezîrana 2026ê), bi hevahengî ligel Encûmena Bilind a Dadweriyê, dest bi kempeyneke berfireh kiribû, ku tê de çend berpirsên bilind û parlamenter bi tohmeta gendeliyê hatibûn girtin.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî tekez kiribû ku hikûmet rêyê nade ti kesî ku lîstikê bi çavkaniyên giştî bike û got: "Ti çavniqandinek bo wan kesên ku qanûn şikandine û çavkaniyên Îraqê dizîne nîne. Em dê bo vegerandina hemî wan pere û çavkaniyan kar bikin ên ku di qonaxên borî de hatine talankirin."