Sancar: Pêvajoya aştiyê li ser garantiyên hiqûqî ava dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar bal kişand ser nîqaşên pêvajoya çareseriyê û ragihand, naskirina rola Abdullah Ocalan di "Qanûna Çarçoveyê" de şertekî bingehîn ê aştiyê ye.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, di konferansa "Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê" de destnîşan kir, navlêkirina pêvajoyê bandorê li naveroka kar dike û got: “Ji bo me ev, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.” Sancar rexne li pênaseya "terorê" girt û diyar kir ku ev têgeh fikarên li ser niyetê mezin dike. 

Sancar her wiha bal kişand ser banga 27ê Sibatê û got ku li Tirkiyeyê berûvajî mînakên cîhanê, qonaxa çekberdanê wekî destpêka pêvajoyê hatiye diyarkirin, da ku bingeha çareseriyê bê avakirin.

Derbarê amadekirina "Qanûna Çarçoveyê" de, Sancar daxwaz kir ku yasa giştgir û berfireh be. Herwiha got: “Pêvajo ne li ser baweriyê, lê li ser garantiyên hiqûqî ava dibin. Divê yasa ji bo çekberdan û entegrasyonê mekanîzmayên zelal bîne û derfetên siyaseta azad û demokratîk wekî parçeyekî bingehîn biparêze.”

Mîthat Sancar di dawiya axaftina xwe de li ser rola Abdullah Ocalan rawestiya û diyar kir: “Rêya vê pêvajoyê rasterast ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye vekirin. Ji bilî wî ti kesî nikaribû bangeke wiha bike û bandorê li ser vê biryarê bike. Ji ber wê, naskirina rola wî di yasayê de daxwazeke li gorî xwezaya pêvajoyê ye. Divê rola wî bi fermî bê nas kirin.”

Sancar her wiha anî ziman ku heke armanc bidawîkirina vî şerê giran be, divê ev rastiya sîstematîk a danûstandinan bê qebûl kirin.