Pasdaran daxistina Tengava Hurmizê ragihand; agir bi keştiyekê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Pasdaran a Îranê biryara daxistina Tengava Hurmizê heta demeke nadyar ragihand; ev jî piştî wê yekê hat ku hêzên deryayî yên Îranê guleyên hişyariyê berdan keştiyekê, ku bi gotina wan, di rêyeke derveyî destûrê de derbaz dibû.
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand: "Keştiyekê, ku bi vemirandina sîstemên xwe ewlehiya deryayî xistibû metirsiyê, piştî guleyên hişyariyê hat rawestandin û dest bi ser de hat girtin." Artêşa Pasdaran amaje bi wê yekê jî kiriye ku çend keştiyên din xwestiye di rêyên neqanûnî re derbaz bibin û hişyariyên wan piştguh xistine.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye; ji ber "desttêwerdana neqanûnî ya aliyên biyanî û çêbûna nearamiyê, Tengava Hurmizê heta bidawîhatina desttêwerdanên Amerîkayê di deverê de li ber her hatin û çûneke keştîvaniyê de tê daxistin."
Artêşa Pasdaran hişyarî da Waşintonê û ragihand: "Eger dijmin vê rûdanê bike hincet bo kirina her şaşiyekê, wê demê bingehên serbazî yên Amerîkayê li deverê dê di bin metirsiya êrîşên tund û bersivder de bin."
Ligel van aloziyan jî, Dezgeha Operasyonên Bazirganî yên Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku tîmeke keştiyeke barhilgir li nêzîkî kenarên Omanê, piştî ku zirar gihîştin keştiya wan û çêbûna şewatê, neçar mane keştiyê biterikînin û niha di nav belemên rizgarkirinê de ne.
Berpirsên bilind ên Amerîkayê ragihandiye ku Waşinton daxwaz ji Îranê dike ku bi rengekê fermî pabendbûna xwe bi rawestandina êrîşan û vekirina rêyên deryayî ragihîne.
Di vê hefteyê de sê keştî hatin armanckirin, ev yek jî bû sedem ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva serbazî bide û bidawîhatina lihevkirina agirbesta meha Hezîrana borî ligel Îranê ragihîne. Berpirsên Amerîkayî dibêjin ku tayekî tundrê di nav Îranê de bizav kiriye wê lihevkirinê têk bide û rewşê ber bi teqînê ve bibin.