Xameneyî: Lîsteya hemû kesên ku li pişt êrişan bûn li ba me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî, di yekemîn peyama xwe ya piştî veşartina termê bavê xwe de, gefa "tolhildaneke pir tund" li Amerîka û Îsraîlê xwar.

Mucteba Xameneyî bi boneya bidawîhatina merasîmên veşartina termê bavê xwe Elî Xameneyî peyameke tund belav kir. Xameneyî di peyama xwe de tekez kir, tolhildana ji qurbaniyên êrişên Amerîka û Îsraîlê û bi taybetî tolhildana bavê wî, niha bûye "daxwazeke niştimanî" û ew ê bê dudilî vê fermanê bicîh bînin.

Rêberê nû yê Îranê diyar kir, ev proseyê tolhildanê bi kesekî tenê ve ne sînordar e û alîgirên Şoreşa Îslamî li seranserê cîhanê dê di vê proseyê de cih bigirin. Xameneyî got: "Lîsteya navên hemû kesên ku li pişt van êrişan bûn di destê me de ye; em soz didin ku ti kes ji wan bi mirineke aram namire."

Her wiha destnîşan kir jî, Komara Îslamî dê bi hemû hêza xwe li ser rêbaz û siyaseta Rêberê berê (Elî Xameneyî) berdewam be û ti guhertin di stratejiya wan de çênabe.

Roja 28ê Sibata 2026an, di encama êrişeke asmanî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de li ser paytext Tehranê, Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî hatibû kuştin. Ev bûyer bû sedema destpêkirina şerekî mezin li navçeyê di navbera Îran û hevpeymanên wê li aliyekî, û Amerîka û Îsraîlê li aliyê din.

Piştî vê valahiya siyasî, di 9ê Adara 2026an de Encûmena Şarezayan a Îranê di civîneke awarte de, kurê Elî Xameneyî, Mucteba Xameneyî wekî sêyemîn Rêberê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir.