Sezgin Tanrikulu: Di pêvajoya aştiyê de ne pêşveçûn, paşveçûn heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgin Tanrikulu, di salvegera "şewitandina çekan" de rexne li helwesta dewletê girtin û ragihand, Enqere di gava avêtina bo demokrasiyê de ne dilsoz e.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu îro 11ê Tîrmehê bi boneya salvegera şewitandina çekan ji aliyê PKKê ve, di konferanseke rojnamevaniyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî. Tanrıkulu diyar kir, di pêvajoya çareseriyê de ti pêşveçûn çênebûne, berevajî vê yekê paşveçûn heye.
Tanrikulu bal kişand ser çalakiya şewitandina çekan a ku sala borî li Silêmaniyê pêk hatibû û giringiya vê gavê wiha şirove kir: "Salek berê li Silêmaniyê çek hatin şewitandin; ne hatin veşartin û ne jî hatin radestkirin. Heke çek bên veşartin an radestkirin, egera bikaranîna wan a careke din heye. Lê şewitandina çekan tê wê wateyê ku êdî ew çek nayên bikaranîn."
Tanrikulu her wiha anî ziman ku ji bo vê armancê xebateke baş hatibû kirin, komîsyon hatibû avakirin û raporek hatibû amadekirin, lê ji wê rojê ve ti gavên din nehatine avêtin.
Sezgin Tanrıkulu bi tundî rexne li helwesta dewleta Tirkiyeyê girt û got: "Dewlet li aliyekî dibêje bila êdî şer û çalakiyên çekdarî nemînin, lê li aliyê din ti gavê ji bo bihêzkirina zemîna demokrasiyê navêje."
Tanrıkulu bang li rayedarên Enqereyê kir ku di vê mijarê de rastgo û dilsoz bin û got: "Em daxwaz ji Enqereyê dikin; rûrast bin û hincetan neyînin. Di pêvajoyê de pêşveçûn nîne, berovajî vê, paşveçûn heye."
Parlamenterê CHPê tekez kir, beşdariya partiyên siyasî di vê pêvajoyê de pir giring e, lê ji ber helwesta hikûmetê û dewletê, pêvajoya aştiyê di cih de maye û metirsiya paşveçûnê zêdetir bûye.