Guterres bang li Amerîka û Îranê kir: Xweragir bin û şer rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, derbarê aloziyên serbazî yên li Kendavê hişyarî da û ragihand, berdewamiya vî şerî gefeke bêpêşîn li asayîşa navçeyê dixwe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, nîgeraniya xwe ya kûr li hember tundbûna pevçûnên serbazî yên li herêma Kendavê anî ziman. Guterres bangeke bilez arasteyî Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê kir ku bi awayekî "zêde" xweragir bin û hemû kiryarên dijminane demildest rawestînin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’yê Stephane Dujarric di daxuyaniyeke fermî de diyar kir, Guterres bi tirs û nîgeraniyeke mezin geşedanên dawî û êrişên dualî yên her du welatan dişopîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku: "Berdewambûna li ser vê rêya serbazî, gefê li aştî û aramiya navçeyê dixwe bi awayekî ku berê nehatiye dîtin."

Sekreterê Giştî yê NY'yê daxwaz ji her du aliyan kir, ji bo aramkirina rewşê û nehiştina teqîna krîzê, "bi awayekî bilez vegerin ser maseya danûstandinan". NY tekez dike ku dîplomasî û diyalog tenê rêya çareserkirina vê aloziya mezin e.

Ev banga Neteweyên Yekgirtî di demekê de tê ku herêma Kendavê rûbirûyê zincîreyek êrişên mûşekî û asmanî yên li ser pêgehên stratejîk û giravan bûye. Civaka navdewletî nîgeran e ku ev pevçûn veguherin şerekî berfireh û bibe sedema qutbûna xetên veguhastina enerjiyê û astengkirina azadiya deryavanî li Tengava Hurmizê.