Desteya Mafên Mirovan: Supaya Pasdaran şivanekî Kurd şehîd kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan şehîdkirina şivanekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve li deverên sînorî bi tundî şermezar kir û daxwaza lêkolîneke navdewletî kir.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan îro 12ê Tîrmeha 2026an derbarê tawaneke nû ya hêzên Îranê li ser sînor daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, hêzên Supaya Pasdaran a Îranê li herêma sînorî ya zozanên "Kêleşînê" gule li şivanekî bêtawan ê Kurd barandine û ew şehîd kirine.

Desteya Mafên Mirovan aşkere kir, piştî şehîdkirina şivan, hêzên Supaya Pasdaran ne tenê termê wî, lê belê hemû pez û dewarên wî jî bi zorê birine nava axa Îranê. Desteyê ev kiryar wekî "tawaneke hovane" pênase kir û nerazîbûna xwe ya kûr nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em vê kiryara tawankarî bi tundî şermezar dikin. Ev êrişa aşkere ya li ser jiyana sivîlan, binpêkirineke zelal a serweriya axê û sînoran e. Di heman demê de, ev yek li dijî hemû peymanên navdewletî û prensîpên bingehîn ên mafên mirovan e ku parastina jiyana mirovan di ser her tiştî re digirin."

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan ji ber dubarebûna van bûyeran nîgeraniya xwe anî ziman û ev daxwazên jêrîn arasteyî aliyên peywendîdar kirin:

- Divê yekser lêkolîneke hûr, zelal û navdewletî derbarê vê tawanê de bê destpêkirin.

- Divê kujer û berpirsên vê tawanê bên dîtin û bi tundî bên sizadan.

- Pêwîst e malbata şivanê qurbanî ji aliyê darayî û manewî ve bê qerebûkirin.

Desteyê tekez kir ku wekî erkekî mirovî û yasayî, ew ê ji nêz ve şopînerê vê dosyayê bin û ji bo nehiştina binpêkirinên wiha dê bi aliyên peywendîdar re di nav peywendiyê de bin. Di dawiya daxuyaniyê de, Desteya Mafên Mirovan sersaxî ji malbata şivanê şehîd re xwast.