Banga malbatên windahiyan: ‘Em tenê dixwazin zanibin ew sax in an mirî ne’
Qamişlo (K24) – Komîteya Lêkolînê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) ya li ser Sûriyeyê raportek belav kir û bal kişand ser rewşa giran a bi sedan girtî û windahiyên ku ti agahî ji wan nayên girtin. Malbatên windahiyan daxwaz dikin ku bi her awayî çarenivîsa xizmên wan bê eşkerekirin.
Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya li ser Sûriyeyê, ku ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ye, piştî serdana xwe ya dawî ya bo Sûriyeyê raportek taybet belav kir. Di raportê de hat eşkerakirin ku çarenivîsa herî kêm 800 kesên ku hatine girtin an jî winda bûne, heta niha ne diyar e.
Yek ji wan kesan ku bi salan e li benda nûçeyekê ji mirovên xwe ye, welatiyê bi navê Mihemed Omer e. Mihemed Omer ku xelkê Efrînê ye, xwişk û birayekî wî zêdetirî 6 mehan e ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatine girtin û ti agahî ji wan tune ne.
Mihemed Omer ji Kurdistan24ê re: "Xwişka min û jî birayê min jî 6 meh in di destê hikûmetê de girtî ne. Heger hatibin sêdarkirin em nizanin; heger di bin îşkenceyê de miribin, em nizanin. Ez tenê dixwazim çarenivîsa wan bizanim. Malê me xirap bûye, ne xwarina me xwarin e û ne xewa me xew e."
Berpirsê Platforma Malbatên Windahiyan Ebbas Mûsa balê dikşîne ser aliyê siyasî û hiqûqî yê vê dozê. Mûsa tekez dike ku mafê her malbatekê ye ku zanibe çi bi serê mirovên wan de hatiye.
Ebbas Mûsa got: "Mafê her malbatekê ye ku çarenivîsa windahiyên xwe nas bike. Ev mijar berpirsiyariya hemû aliyên çekdar e û di serî de jî hikûmeta Sûriyeyê berpirs e. Em bawer dikin ku çareserkirina doza windahiyan gava yekem a aştiyê ye li Sûriyeyê. Bêyî ku ev birîn were dermankirin, aştî û aramî li vî welatî ava nabe."
Raporta Neteweyên Yekgirtî bi taybetî balê dikşîne ser bajarê Helebê û derdora wê, ku di salên borî de bi sedan kes di şer û aloziyan de winda bûne. NY bang li hikûmeta Şamê û hemû aliyên din dike ku derbarê girtî û windahiyan de agahiyên zelal bidin malbatên wan û rê bidin saziyên navdewletî da ku lêkolînên xwe bikin.