PDK Bakur: Parastina nirxên Kurdistanî erkê me yê herî pîroz e
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di rêrisma pîrozkirina salvegera Damezirandina PDK Bakur de, peyamên pêkanîna yekîtiya neteweyî li Bakurê Kurdistanê hatin dayîn. Her wiha hat amajekirin ku dê di rojên pêş de PDK Bakur li Bakurê Kurdistanê siyaseteke çalak bimeşîne û bo vê yekê jî dê li ser rêbaza Barzaniyê nemir bimeşe û xwedî li nirxên Kurdistanî derbikeve.
Partiya Demokrata Kurdistan a Bakur di 11ê tîrmeha sala 1965an de li Diyarbekirê hat damezirandin û bi vê boneyê jî di 61. salvegera damezirandina PDK Bakur de li Diyarbekirê rêrismek pîrozbahiyê hat li darxistin. Di rêrismê de kedkarên PDK Bakur û damezrênerên wê hatin bibîranîn û bo kesên ked û xebata wan di doza Kurdistanê de heye jî xelatên rûmetê hatin pêşkêşkirin. Rêveberên PDK Bakur dan zanîn ku ewê di rojên pêş de li Bakurê Kurdistanê siyaseteke kurdistanî û çalak bimeşînin.
Endamê Rêveberiya Navendî ya PDK Bakur Qasim Şiq ji Kurdistan24ê re got: “Li Bakurê Kurdistanê ziman û çanda milletê me bin metirsiyê de ye û rêxistinên me divê wek erkekê dijî vê derkevin û em wek PDK Bakur vî erkî didin ser milê xwe ku partiya xwe emê geştir û çalaktir bikin.”
Beşdarên rêrisma salvegera damezirandina PDK Bakur amaje kirin ku PDK bo hemu kurdan nirxek hevpar ê neteweyî ye û çavkaniya hişyarbuna hişmendiya neteweyî jî rêbaza Barzaniyê nemir e.
Endamê PDK Bakur Mele Arif: “Yên ku xwîna xwe rijandine bo Kurd û Kurdistanê Barzanî ne, daxwaza wan Kurdistana Azad e.”
Cennet Karaduman: “Bijî Kurdistan û Bijî Barzanî.”
Abdulrezak Semercî: “PDK Bakur dê bibe partiya yekem, bijî Kurdistan bijî Barzanî.”
Azad Botan: “Em ji bilî rêbaza Barzanî rêyek din nas nakin”
Serhad Cizîrî: “Em Kurdistaneke azad û serbixwe dixwazin em Kurdistaneke bindest naxwazin.”
Diyar Cudî: “Xwedê her çar parçeyan bike yek, xwedê serok Barzanî ser me kêm neke.”
Melek Demîr: “Bijî partî bijî Kurdistan.”
Demeke ku kêmasiya siyaseteke Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê tê nîqaşkirin de, PDK Bakur dide zanîn ku ewê di rojên pêş de bi siyaseteke Kurdistanî partiyê bihêztir û çalaktir bikin.