Amerîkayê pêgehên navxweya Îranê bombebaran kirin: Elektrîka Ehwazê bi temamî hat birîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê ragehand ku pêeleka nû ya êrîşên xwe bo ser bi dehan pêgehên li navxweya Îranê bi dawî aniye. Amerîka dibêje ku armanc ji van êrîşan garantîkirina azadiya hatin û çûna deryayî ye li Tengava Hurmizê.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku êrîş bi rêya balafirên şer, keştiyên şer, dronên êrîşkar û bo cara yekê jî bi belemên bêmirov ên êrîşkar hatine kirin.
CENTCOMê aşkere jî kir ku ew cihên hatine armanjkirin ev bûn: Sîstemên berevaniya asmanî ya Îranê, bingehên radarî yên peravê, şiyanên moşekî û dronan û belemên şer ên piçûk. artêşa Amerîkayê herwesa ragehand ku ew di xistina moşekeka kruz û droneka Îranî de jî serkeftî bûne.
Ev êrîş bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Donald Trump bo cezakkirina hêzên Îranî hatine kirin. Amerîka dibêje; Artêşa Pasdaran berê li Tengava Hurmizê teqe li keştiyên bazirganî kiriye û ev êrîş jî bo kêmkirina şiyana Îranê ne di êrîşkirina ser deryavanên sivîl de.
Ji aliyê xwe ve, medyayên Îranê jî belav kiriye ku dengê teqînên mezin li çend bajar û deveran hatiye bihîstin, wekî Sîrîk, Bender Ebas, Qeşm, Cask, Bûşehr, Abadan, Çabehar û deverên başûrê rojhilatê Sîstan û Belûçistanê.
Di encama êrîşeka li ser westgeheka pompekirina avê li bajarê Mahşehrê de, kesek hat kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn. Herwesa êrîş li ser bingeha çarê ya asmanî li Dêzfulê li bakûrê Ehwazê hat kirin û elektrîka bajarê Ehwazê bi temamî hat birîn.
Artêşa Pasdaran a Îranê jî ji aliyê xwe ve ragehand ku hêzên wan ên deryayî operasyonek bo rawestandina du keştiyan kiriye, ku metirsî li ser keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê çê kiribûn.