Pasdaran êrîşî bingehên Amerîkayê li Behreyn, Kuweyt û Urdinê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Pasdaran a Îranê hejmareka nû ya êrîşan bo ser bingehên serbazî yên Amerîkayê li welatên Behreyn, Kuweyt û Urdinê da destpêkirin. Ev êrîş tenê çend saetan piştî wê yekê hat ku Waşintonê bidawîhatina pêleka êrîşên asmanî bo ser armancên Îranî ragehandibû.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) ji zarê Artêşa Pasdaran belav kir ku êrîşan bingeha asmanî ya Şazade Hesenê li Urdinê, Navenda Fermandariya Dronên Amerîkayê li Behreynê û çend bingehên din vegirtine, ku bingeha Elî Salimê li Kuweytê yek ji wan bûye.

Herwesa medyayên Îranî amaje bi wê yekê kirine ku di çarçoveya qonaxa duyê ya operasyonên bersivdanê de, bingeha asmanî ya Şêx Îsayê li Behreynê kiriye armanc.

Artêşa Pasdaran dibêje; êrîşa li ser bingeha Şazade Hesenê li Urdinê bi rêya moşek û dronan hatibû kirin û bûye sedema şewatê li embarên sotemenî û çekan. Artêşa Pasdaran tekez jî kir ku ev êrîş wekî bersivdanekê ne bo wan êrîşên Amerîkayê yên ku bingeh û dezgehên serbazî yên peravên Îranê kiribûn armanc, û diyar kir ku operasyonên wan ên serbazî hîn jî berdewam in.

Artêşa Pasdaran ragehand ku hêzên wan ên deryayî li şeva Yekşemê du keştiyên din li Tengava Hurmizê rawestandine, ji ber ku zêegavî li ser rênmayiyan kiriye û amûrên şopandinê vemirandine, ku ev yek wekî metirsî bo ser ewlehiya deryavaniyê hatiye hesibandin, lê tu zanyareka hûr li ser nasname û regeznameya wan keştiyan nehatiye aşkerekirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Navxwe ya Behreynê daxwaz ji welatiyan kiriye ku rasterast biçin nêzîktirîn cihê aram, ev jî piştî ku bo cara duyê di dema kêmtir ji 24 saetan de zenga hişyariyê hat lêdan. Herçend berpirsên Behreynê hîn zirarên madî yan canî piştrast nekirine, lê ragehandiye ku berevaniya asmanî li ser rûbirûbûna gefan berdewam e.

Li aliyê din, artêşa Kuweytê jî ragehand ku niha bersingê çend armancên asmanî yên dijminane digire, û ew dengên teqînan ku hatine bihîstin jî di encama şikandina wan armancên asmanî de bûye.