Ebdulhekîm Beşar: Namzediya min peyameke siyasî ye ji bo mafên Kurdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulhekîm Beşar derbarê namzediya xwe ya ji bo postê Alîkarê Serokê Parlemena Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir. Beşar destnîşan kir ku ev gav ji bo tekezkirina mafê Kurdan ê di postê serwer de peyameke siyasî ye.
Parlamenter û siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulhekîm Beşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê namzedbûna xwe ya ji bo Alîkariya Serokê Parlemena Sûriyeyê de, daxuyaniyek belav kir.
Beşar di daxuyaniya xwe de diyar kir, ew dizane şansê serkeftina wî ji bo vî postî "tune ye", ji ber ku peymanên di navbera endamên meclîsê de li ser dabeşkirina postan ji mêj ve hatine kirin. Lê belê wî destnîşan kir ku ev namzedî ji bo wan "peyameke siyasî" ye.
Beşar got: "Mebesta vê peyamê ew e ku divê ev postên serwer (siyadî) para Kurdan bin. Em ê daxwaza van postan û meqamên din ên serwer berdewam bikin."
Siyasetmedarê Kurd bal kişand ser rewşa nûnertiya Kurdan di saziyên bilind ên dewletê de û got: "Di desthilata dadwerî ya bilind de û di ti meqamên serwer ên hikûmeta niha ya Sûriyeyê de, nûnertiya Kurdan tune ye. Heke em xwe namzed nekin, ev tê wateya ku em dest ji mafê xwe berdidin; ev yek jî ne pêkan e."
Beşar da zanîn, ew û parlamenterên din ên Kurd bi biryar in ku di bin banê parlemenê de bi hemû rêyên demokratîk û rewa parastina doza Kurd bikin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Beşar ev pirsên girîng arasteyî desthilatê kirin: "Gelo hikûmet dê hevpariyeke rastîn a Kurdan di dewlet û hikûmetê de qebûl bike, yan dê bi awayekî din nêzîk bibe? Bersiva vê pirsê dê di pêşerojê de diyar bibe. Ev yek ji me daxwaza xebat û têkoşîneke berdewam a bi rêyên demokratîk dike."
Encûmena Gel (Parlamento) duh 12ê Tîrmehê yekem rûniştina xwe lidar xist. Di rûniştinê de endaman sûnda destûrî xwarin, herwiha Serokê Parlamentoyê û du cîgirên wî hatin hilbijartin.