Hewlêr: Bi 3 dronan êrîşî kampa penaberên Rojhilat hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijetora Kurdistanê ragehand ku li serê sibeha îro bi sê dronên bombekirî êrîşî ser kampa penaberên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin, lê tu zirareka canî li pey xwe neaniye.
Li gorî zanyarên Dezgeha Dijetora Kurdistanê, li serê sibeha îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) bi rêya sê dronên bombekirî êrîşî ser kampa penaberên Rojhilat li nahiyeya Dareşekranê ya girêdayî qezaya Pîrmamê ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Ew êrîş saet 05:15 û 05:28 ê serê sibehê de hatine kirin û dron rasterast arasteyî navenda wê kampê hatibûn kirin. Her di wê daxuyaniyê de hat tekezkirin jî ku "Van êrîşan tu zirareka canî çê nekiriye".
Ev êrîş di demekê de ye ku di dema borî de jî kampên penaberan û bingehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê berdewam rûbirûyî êrîşên bi moşek û dronan ên bi vî rengî bûne.
Kampa Dareşekranê yek ji kampên serekî yên sînorê parêzgeha Hewlêrê ye, ku hejmareka zêde ya penaberên Rojhilatê Kurdistanê tê de dijîn û pêştir jî tûşî êrîşên bi vî rengî bûye.