PWK: Em Dr. Abdurahman Qasimlo û şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di 37emîn salvegera şehadeta Sekreterê Giştî yê PDKÎ’yê Dr. Abdurahman Qasimlo de daxuyaniyek weşand û ragihand, ti komkujî nikarin rê li ber têkoşîna azadiyê bigirin.

Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 13ê Tîrmehê bi boneya 37emîn salvegera terorkirina rêberê navdar ê Kurd Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a Îranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayê hildabû, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî ,di destên pêşmerge û têkoşer û kedkarên qehreman de, ji bo azadîya Kurdistanê li ba dibe.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 37emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.