Trump ji sedî 20 bacê datîne ser keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Amerîka êdî "Pasewanê Tengava Hurmizê" ye. Trump biryar da ku tengav di rûyê keştiyên Îranî de bê girtin û ji bo hemû kelûpelên din ên di wir re derbas dibin, ji sedî 20 bac hat ferzkirin.
Trump îro 13’ê Tîrmeha 2026’an, bi rêya tora xwe ya civakî (Truth Social) peyamek belav kir û ragihand, Tengava Hurmizê dê ji bo bazirganiya cîhanê vekirî bimîne, lê keştiyên Îranê û kiryarên wan êdî nikarin di wir re derbas bibin. Trump aşkere kir, Amerîkayê biryara "ambargoya deryayî" li ser Îranê daye û dê rê neyê dayîn ku ti keştiyên Îranî bikevin tengavê yan jî jê derkevin.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir, welatên din dikarin bi awayekî azad û dadperwerane tengavê bikar bînin, lê êdî Amerîka bi fermî wekî "Pasewanê Tengava Hurmizê" kar dike. Trump got, ji bo dabînkirina ewlehiya vê rêrewa stratejîk, divê Amerîka bê qerebûkirin.
Li gorî biryara nû, ji bo daxistina lêçûnên ewlehî û parastina tengavê, dê ji sedî 20 bac (bacê ewlehiyê) li ser hemû kelûpel û barên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin bê sepandin. Trump bal kişand ser wê yekê ku ev berdêla parastina navçeyê ye ku her dem di nav alozî û girjiyan de ye.
Trump her wiha da zanîn, pêvajoya avakirina hêza pêwîst û cîbicîkirina vê biryarê demildest dest pê dike.