Nêçîrvan Barzanî li Dohayê beşdarî sersaxiya Şêx Hemed bîn Xelîfe bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna merasîma sersaxiya mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî gihîşt Dohayê û ji aliyê Mîrê Qeterê ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 13’ê Tîrmeha 2026’an, ligel hejmarek serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê, beşdarî merasîma sersaxiya Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî bû. Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Mîrê Qeterê yê niha, Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê bi navê xwe û gelê Kurdistanê, sersaxiya kûr û hevxemiya xwe gihand Mîrê Qeterê, malbata desthilatdar û gelê wî welatî. Mîrê Qeterê jî ji bo vê serdan û hestên birayane yên Herêma Kurdistanê, spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, roja Yekşemê di 74 saliya xwe de koça dawî kiribû. 

Şêx Hemed ku di sala 1952’an de ji dayik bibû, di sala 1995’an de desthilat girtibû destê xwe. Ew wekî "mîmarê Qetera nûjen" tê naskirin ku bi reformên xwe welat ber bi geşepêdaneke mezin a aborî ve bir. Şêx Hemed di sala 2013’an de desthilat radestî kurê xwe Şêx Temîm kiribû.