Ebûdî: Ji bo qerebûkirina ziyanên şer, pêwîstiya me bi handana veberhênanê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hayder Ebûdî ragihand, armanca serdana wan a bo Washingtonê, veguherandina peywendiyên navbera her du welatan ji warê ewlehiyê ber bi hevkariyeke aborî ya piralî ye.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hayder Ebûdî ji peyamnêrê Kurdistan24ê li Washingtonê re, armanc û hûrguliyên serdana şandeya Iraqê ya bo Amerîkayê aşkere kirin. Ebûdî destnîşan kir, Iraq hewl dide bibe hevparê aborî yê welatên bi bandor ên cîhanê û bi taybetî jî Amerîkayê.
Berdevkê hikûmetê bal kişand ser wê yekê ku sînordarkirina peywendiyan bi tenê di çarçoveya ewlehiyê de, tê wateya "birêvebirina krîzan". Ebûdî got: "Di vê qonaxê de, divê aborî şêweyê peywendiyên me diyar bike. Em dixwaze bi Amerîkayê re hevkariyeke çalak ava bikin, ji ber ku aborî bingeha herî xurt a peywendiyên navdewletî ye."
Hayder Ebûdî diyar kir jî, Iraq ji bo qerebûkirina ziyanên mezin ên ku di şerên dawî de gihîştine welat, pêwîstiya wê bi veberhênanên biyanî heye. Herwiha bal kişand ser metirsiya "yek çavkaniya dahatê" û got: "Ji ber ku Iraq bi tenê xwe dispêre firotina petrolê, krîzên herêmî û cîhanî zû bandorê li ser me dikin. Lewma em dixwazin bi rakêşana kompanyayên Amerîkî, aboriya xwe pirreng bikin."
Ev yekem serdana fermî ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji bo Amerîkayê ye ku li ser vexwendina fermî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk tê. Di çarçoveya serdanê de, biryar e di sektorên petrol û gazê de çendîn yadaştnameyên lihevkirinê bên îmzakirin, da ku riyên nû yên hinardekirinê bên dîtin û pêgeha Iraqê ya di warê enerjiyê de bihêztir bibe.