Trump: Êrîşên giran li ser Îranê dest pê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ji ber ku Îranê peymanên navbera her du welatan binpê kirine, wan biryara êrîşeke berfireh daye. Trump destnîşan kir ku operasyon dê 2 heta 3 hefteyan bidome.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro 13’ê Tîrmeha 2026’an ragihand, ji ber ku Tehranê pabendî xalên "yadaştnameya hevtêgihîştinê" nebûye, Amerîka dê "derbeyên giran û tûj" li Îranê bide. Trump diyar kir, ev hevtêgihîştin ji bo wan tenê "ezmûnek" bû û Îran di vê ezmûnê de bi ser neket.
Trump got: "Dibe ku operasyona me 2 heta 3 hefteyan bidome. Armanca me ew e ku em navendên atomî yên Îranê, heta yên di binê çiyan de hatine veşartin jî, bi temamî têk bidin û dawî li wan bînin."
Trump her wiha da xuyakirin, ew dixwazin binesaziya mûşekî ya Îranê jî lawaz bikin da ku Îran mîna welatên din ên asayî bibe xwedî sîstemeke mûşekî ya sînordar.
Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa navxwe ya Îranê û got ku heta niha hikûmeta Îranê 42 hezar xwepêşander kuştine. Trump ev yek wekî "tawaneke li dijî mirovahiyê û azadiyê" pênase kir.
Derbarê agirbesta navbera Washington û Tehranê de, Trump got ku agirbest bi temamî bi dawî nebûye, lê berdewamiya wê bi "guhdarîkirina Îranê" ve girêdayî ye.
Li aliyê din, derbarê peywendiyên bi Îsraîlê re, Trump diyar kir ku her çiqas carinan nerînên wî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji hev cuda bin jî, peywendiyên wan "pir baş" in.
Hevdem ligel van daxuyaniyan, ajansa "Tesnîm" a Îranî ragihand ku li bajarên Bandar Ebbas, Konarak û Çabeharê dengê teqînên giran hatiye bîstin û sîstema bergiriyê ya asmanî hatiye aktîfkirin.
Medya Îranê got jî, sîstema bergiriyê ya asmanî ya Îranî droneke xwekuj a Amerîkayê ya ji cureyê "Lucas" li asmanê Bandar Ebbasê xistiye xwarê. Rayedarên Îranê hîn derbarê sedem û zirarên teqînan de daxuyaniyeke fermî û berfireh nedane.