Araqçî: Em pasewanên rasteqîne yên Tengava Hurmizê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê li hemberî daxuyaniyên Donald Trump ragihand, Tehran bi prensîpa wergirtina "qerebûyê" re ye ji bo parastina Tengava Hurmizê, lê tekez kir ku Îran "pasewanê herheyî" yê tengavê ye, ne Amerîka. Araqçî baca %20 ya Amerîkayê wekî "zêde" binav kir û soz da ku nirxekî guncavtir û dadperwerane diyar bikin.

Abbas Araqçî îro 15ê Tîrmehê li ser tora civakî (X) nivîsiye: "Serokê Amerîkayê Donald Trump bi temamî rast dibêje, kîjan alî ewlehî û derbasbûna silamet a keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê dabîn bike, divê li hemberî wê xizmetguzariyê bê qerebûkirin."

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand: "Welatê wî her dem pasewanê tengavê bûye û dê heta hetayê bi vî rengî bimîne."

Derbarê wê baca %20 a ku Trump ragihandibû wekî lêçûna parastinê ji keştiyan bistînin, Araqçî got: "Bêguman %20 bireke pir zêde ye, em ê dadperwer bin."

Ev yek piştî wê tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di tora civakî (Truth Social) de peyamek weşand û tê de biryar da ku Tengava Hurmizê bi rûyê keştiyên Îranî de bigre. 

Trump Amerîka wekî "Pasewanê Tengava Hurmizê" da naskirin û ragihand, ji bo dabînkirina ewlehiya vê rêrewayê, ew ê bi rêjeya %20 qerebûyê ji keştiyên di tengavê re derbas dibin werbigirin.