Supaya Pasdaran bi operasyona 'Nesrî 2' êrîş bir ser çend armancan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan wekî bersivdayîna êrîşên Amerîkayê, operasyoneke berfireh a bi navê "Nesrî 2" di çend qonaxan de pêk aniye û baregehên Amerîkayê yên li Behreynê armanc girtine.

Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê aşkere kir, wan wekî bersivdayîna tevgerên serbazî yên Amerîka û hevalbendên wê, operasyona "Nesrî 2" daye destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê, ev operasyon ji sê qonaxên sereke pêk hatiye.

Supaya Pasdaran ragihand, di destpêka operasyonê de li Tengava Hurmizê, wan du tankerên petrolê yên mezin ji kar xistine. Îran diyar kir, van tankeran tevî hişyariyan, xwastine bi awayekî "neqanûnî" di nav herêmên mînkirî re derbas bibin. Îranê hişyarî da ku her hevkariyek bi Amerîkayê re dê bibe sedema "krîza enerjiyê û poşmaniyê".

Di qonaxa duyem de, wekî bersiv bo bombebarana Amerîkayê, Îranê bi dron û mûşekan êrîşî Baregeha Juffairê ya li Behreynê kir. Supaya Pasdaran got ku di vê êrîşê de komgehên çek û cebilxaneyê, navendên peywendiyên asmanî û avahiyên ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin bi temamî hatine wêrankirin.

Di qonaxa dawî ya operasyonê de, binesaziya serbazî ya Keştîgeliya 5’emîn a Amerîkayê a li Behreynê hat armancgirtin. Li gorî daxuyaniyê, di vê qonaxê de ev sîstem hatine jinavbirin:

- Radara Patriot û sîstema bergiriyê ya C-RAM.

- Radara kontrolkirina asmanî.

- Navenda kontrolkirina dron û keştiyên bêmirov.

- Depoyên sotemeniyê yên stratejîk, ku di encamê de agirekî mezin derketiye.