Li Akrê rêyên 77 gundan bi 42 milyar dînaran hatin qîrkirin

Dihok (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava 7 salên borî de li sînorê qezaya Akrê projeyên stratejîk ên rê û piran cîbicî kirin. Bi lêçûna 42 mîlyar dînaran, rêyên 77 gundan hatin qîrkirin û bi vê gavê koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve %75 kêm bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca bihêzkirina binesaziya gundan û geşepêdana aboriya herêmê, di 7 salên dawî de giranî da projeyên rêsazkirinê li qezaya Akrê. Li gorî amaran, di vê çarçoveyê de rêyên 77 gundan hatin nûkirin û qîrkirin.

Cotkar û niştecîhên herêmê ji van xizmetguzariyan pir razî ne. Şaiban Mihemed, wekî karmendekî herêmê, diyar kir ku qîrkirina rêyan bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya gundiyan kiriye.

Cotkar Mihemed Yasîn jî bal kişand ser hêsankariya di warê çandiniyê de û got: "Berê ji ber xirabiya rêyan, gihandina berheman bo bazarê pir zehmet bû. Lê niha em berhemên xwe yên çandiniyê zûtir û hêsantir digihînin bazaran, ev yek jî dahata me zêde dike."

Ehmed Salih ku mamoste ye, destnîşan kir ku gava xizmetguzariyên wekî rê, av û kehrebeyê bigihîjin gundan, xelk gundên xwe bicih nahêlin. Salih got: "Dema rê baş bin, xelk li gund dimîne û bi karê xwe ve mijûl dibe. Her weha ev yek ji bo geştiyariyê jî derfetên nû diafirîne."

Piştî van xizmetguzariyan, koça xelkê ya ji gundan ber bi bajaran ve bi rêjeya %75 kêm bûye. Ev yek wekî destkeftiyeke mezin ji bo parastina jiyana gundewarî û geşepêdana aboriya navxwe ya Kurdistanê tê nirxandin.