Şirovekerekê Îmaratî bo K24ê: Êrîşên Îranê bo aboriya cîhanê gefeka rasterast e
Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekerê siyasî yê Îmaratî Mihemed Teqî ji Kurdistan24ê re ragehand ku êrîşa Îranê ya li ser her du keştiyên petrolê yên welatê wan li Tengava Hurmizê werçerxaneka metirsîdar e û rêyên deryayî dike qada gef û bacstendinê.
Şirovekerê siyasî yê Îmaratî Mihemed Teqî hişyarî li ser encamên armancgirtina keştiyên sivîl da û ron kir ku Tengava Hurmizê ne milkê dewletekê tenê ye, belkî rêyeka navdewletî ya giring e û li gorî qanûnên navdewletî tê birêvebirin. Wî tekez kir ku her êrîşeka li wê deverê gefeka rasterast e bo ser aboriya cîhanê û ewlehiya wan gelên ku pişta xwe bi tenahiya bazirganî û enerjiyê girê didin.
Wî şirovekerî diyar jî kir ku Îmaratê her dem siyaseta aramkirinê peyrew kiriye, lê ew nikare li beramberî êrîşeka wisa bêdeng bibe ku bibe sedema kuştin û birîndarbûna xelkê sivîl. Ji ber vê yekê, wî daxwaza helwesteka navdewletî ya zelal û yekalîker kir bo lêpirsîna ligel xwediyên wî karî û rêgirtina li bikaranîna ewlehiya deverê wekî karta zextê.
Ev daxuyaniyên wî şirovekerî piştî wê yekê tên ku Wezareta Navxwe ya Îmaratê belav kir ku her du keştiyên petrolê yên nîştimanî "Mombasa" û "Behiye" di nav avên Omanê de li Tengava Hurmizê bi du moşekên Îranî hatine armanckirin. Ji ber vê êrîşê, karmendekî Hindî yê keştiya Mombasa canê xwe ji dest daye û heşt kesên din jî birîndar bûne ku birîna çar ji wan giran e.
Ji aliyekê din ve jî, Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê û Emîndarê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê Casim Bidêwî ev êrîşa moşekî bi tundî şermezar kirin. Her du aliyan di daxuyaniyên xwe yên fermî de ev rûdan wekî "kiryareka terorîstî" bi nav kir û tekez kir ku ev êrîş li dijî ewlehiya deryavaniyê binpêkirineka metirsîdar e.
Mihemed Teqî di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di vê qonaxa hesas de, hevahengiya navbera welatên Kendavê û civaka navdewletî bo parastina rêyên deryayî gelek giring e. Wî bang li welatên zilhêz jî kir ku berpirsiyariya xwe ya qanûnî rakin û rêyê nedin ku azadiya deryavaniya bazirganî di xetereyê de bimîne.