Prof. Dr. Bülent Bilmez ji ber xebatên Kurdolojiyê ji kar hat derxistin

Stenbol (K24) – Li Stenbolê akademîsyenekî Kurd ji ber kar û xebatên xwe yên Kurdolojiyê ji kar hate derxistin. Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê yek ji zanîngehên herî bijare û navdar a Tirkiyeyê ye û sala borî qeyyûm bi ser vê zanîngehê hatibû danîn. Rêveberiya qeyyûmê, mamosteyekî Kurd Prof. Dr. Bûlent Bîlmez ku 21 salan xizmeta zanîngehê kiriye ji kar derxist. Li gor Bûlent Bîlmezî xebatên wî yên li ser Kurdan bûye sedema jikarderxisitina wî.

Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê ku ev demek e ji ber pirsgirêkên cûrbecûr di rojeva Tirkiyeyê de ye, vê carê jî bi jikarderxistina profîsorekî diyar ê Kurd tê şermezarkirin.

Zanîngehê bi hinceta ku Prof. Dr. Bûlent Bîlmez ne welatiyê Tirkiyeyê ew ji kar avet. Lê Bîlmezê ku 21 sal in mamosteyê vê zanîngehê ye, vê hincetê ji binî ve re dike û dibêje sedema jikarderxistinê, kar û xebatên wî yên Kurdolojiyê û pirtûka wî ya li ser jenosayda Dêrsimê ye.

Hejmarek siyasetmedar, saziyên sivîl, kesayetên diyar û bi taybet xwendekarên wî ji bo piştgirîkirina Bîlmezî li ber zanîngehê berhev bûn û banga vegera wî bo zanîngehê kirin.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn got: "Me gelek kar bi hev re kirin. Cara herî dawî li Diyarbekirê li ser jenosayda Dêrsimê konferansek çêkiribû. Beriya 10-15 salan li vir gelek xebatên hevbeş me meşandin. Mixabin Tirkiye li şûna ku ber bi normalbûnê ve biçe, her roj tiştên li dijî Kurdan û li dijî demokrasiyê pratîk dike. Em xemgîn in, lê ne tenê xemgîn in, em bihêrs in jî. Divê ev siyaseta antî-demokratîk rojek berî rojekê biguhere."

Xwendekar rijd in ku heta mamosteyê wan vegere zanîngehê berdewamiyê bidin çalakiyan.

Xwendekar Sosin Aslan: Xwendekarên Bülent Bilmez bi biryardarî radigihînin ku ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin heta ku mamosteyê wan vegere ser karê xwe.

Xwendekar Omer Bayraktar: "Em pir bihêrs in. Em vê biryarê qebûl nakin û em nahêlin mamosteyê me ji destê me bigirin. Em vê helwestê red dikin. Em xemgîn in lê ev xemginiya me me ber bi têkoşînê ve dibe. Em ê li Bîlgiyê xebatên xwe yên Kurdolojiyê berdewam bikin."

Li Zanîngeha Bilgiyê îsal di peşengtiya Bîlmezî de çendîn çalakiyên Kurdolojiyê bi rê ve çûbûn û ji wan herî dawî jî meha borî çalakiya rêzgirtinê bo Kurdolog Mihemed Bayrakî bû.