DEM Partî: Divê ji bo aştiya mayînde garantiyên qanûnî werin dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê encamnameya civîna xwe ya 11-12’ê Tîrmehê aşkere kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya bêçekkirinê, daxwaza qanûneke çarçoveyî ya ji bo aştiyê û rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan.

Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), piştî civîna xwe ya du rojan ku li Navenda Giştî pêk hat, encamnameya xwe ji raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku salek di ser gava dîrokî ya bêçekkirinê re derbas bûye, lê hikûmetê di warê hiqûqî de berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne.

Di encamnameyê de hat, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi bidawîbûna têkoşîna çekdarî re werçerxeke girîng a siyasî pêk hatiye. DEM Partiyê destnîşan kir ku ev gav di civakê de bûye hêviyek mezin, lê hêza siyasî (hikûmet) di sala borî de gavên demokratîk û qanûnî neavêtine:

Herwiha got: “Nebûna garantiyên qanûnî û paşxistina rêziknameyên demokratîk, baweriya civakê xera dike. Avakirina aştiyeke mayînde ne tenê bi rawestandina pevçûnan, di heman demê de bi avakirina pergaleke hiqûqî ya demokratîk mimkun e.”

DEM Partiyê daxwaz kir, ji bo aştiya civakî "Qanûneke Çarçoveyî" ya tevgir û berfireh were amadekirin. Hat diyarkirin ku ev qanûn divê mijarên mîna vegera ewle û birûmet, beşdariya siyasî û garantîkirina mafên bingehîn çareser bike.

Di mijara tecrîdê de jî DEM Partiyê got:“Ji bo ku pêvajo pêşve biçe, pir girîng e ku şert û mercên xebat û jiyana azad demildest werin afirandin da ku Birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi bandor wekî sermuzakerekar danûstandinê bike. Tecrîda ku nêzîkî pêncî rojan berdewam dike, li dijî pêdiviyên pêvajoyê ye.”

Herwiha DEM Partiyê rexne li pergala qeyûman, zextên li ser siyaseta demokratîk û girtina rojnamevan û siyasetmedaran girt û got ku ev otorîterîzm baweriya bi hiqûqê qels dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku DEM Partî xwe amade dike ku "Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn" pêk bîne. Hat diyarkirin ku ev kongre dê bibe nûbûneke rêxistinî û hêzeke nû bide têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê.