Ji bo dubare avakirina Xezzeyê yek milyar dolar hat veqetandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Ewropayê projeyeke nû ya navdewletî bi navê "Tîma Xezzeyê" ragihand. Projeya ku budçeya wê nêzîkî yek milyar dolar e, armanc dike ku binesaziya Xezzeyê ya ku di şer de wêran bûye, ji nû ve ava bike.
Komîsyona Ewropayê di civîna welatên xêrxwaz de ku li Bruksela paytextê Belçîkayê pêk hat, destpêşxeriyeke nû ya darayî ji bo Kerta Xezzeyê da destpêkirin. Ev proje bi piştgiriya Komîsyonê, zêdetirî 12 welatên cuda û çendîn saziyên darayî yên navdewletî tê birêvebirin.
Welatên mîna Spanya, Almanya, Danîmarka û Brîtanya di nav piştgirên sereke yên vê projeyê de ne. Herwiha saziyên girîng ên mîna Banka Cîhanê û Banka Veberhênanê ya Ewropayê jî di "Tîma Xezzeyê" de cih digirin. Tê hêvîkirin ku di demeke nêz de welatên din jî beşdarî vê hevpeymaniya darayî bibin.
Li gorî plana projeyê, ev yek milyar dolar dê di warên jêr de werin xerckirin:
- Nûkirina binesaziyên bingehîn.
- Çêkirina torên av û kanalîzasyonê.
- Pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê yên lezgîn.
- Rakirina kavil û paşmayên wêranbûnê.
Her çiqas ev gava Ewropayê giring be jî, lê li gorî texmînên Amerîkayê, ji bo ku Xezze bi temamî ji nû ve ava bibe, pêdivî bi nêzîkî 70 milyar dolarî heye. Komîsyona Ewropayê hîn hûrguliyên pişka her welatî di nav projeya yek milyar dolarî de aşkere nekiriye.
Şerê li Kerta Xezzeyê piştî êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an dest pê kir. Di encama êrîşên giran ên Îsraîlê de, heta niha zêdetirî 150 hezar kes hatine kuştin an birîndar kirin. Herwiha piraniya avahî, xanî û navendên xizmetguzariyê yên li Xezzeyê bi temamî wêran bûne.