Trump baca 20% ya Tengava Hurmizê hilweşand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê ragehand ku wî biryar daye wê baca 20% ya ku berî niha li ser keştiyên Tengava Hurmizê sepandibû hilweşîne û li beranberî wê jî, lihevkirineka veberhênanê ya dîrokî ligel welatên Kendavê îmze bike. Tekez jî kir ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi tundî berdewam dibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) li ser tora civakî ya "Truth"ê ragehand ku ji ber hêza bêhempa ya artêşa Amerîkayê, niha veguhastina petrolê li deverê bi awayekî bêmînak berdewam e.
Trump herwesa destxweşiyeka taybet li Wezîrê Şer Pete Hegseth, Serdarê Artêşê Dan Caine û Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper kir, ji ber serkeftina operasyonên wan ên li Tengava Hurmizê.
Serokê Amerîkayê aşkere jî kir ku piştî hejmareka danûstandinên biberhem ligel serkirdeyên Rojhilata Navîn, wî biryar daye ku wê baca 20% ya Amerîkayê, ku wekî qerebûya parastina wê tengavê hatibû danîn, rake.
Li beranberî wê yekê jî, welatên Kendavê razî bûne ku veberhênanên mezin û bi milyaran dolaran li navxweya Amerîkayê bikin. Trump got: "Ev veberhênanên dîrokî dê bibin sedema avakirina kargehan û dabînkirina bi milyonan fersendên kar bo Amerîkayiyan."
Girtina Tengava Hurmizê li ber Îranê
Tevî hêsankirina hatin û çûna deryayî ya navdewletî, Trump tekez kir ku Tengava Hurmizê ji bo Îranê girtî dimîne. Wî herwesa got: "Em dorpêçeka temam dixin ser hemî wan keştiyên ku ji benderên Îranê tên an diçinê, yan jî her barekî Îranî hilgirtibe." Trump sedema vê tundiyê bo serkirdetiya xirab a Îranê vegerand, ku welatê xwe ber bi wêrankirina temam ve dibe.
Trump destnîşan jî kir ku serdema kuştina bikom a xelkê û 52 hezar xwenîşanderan ji aliyê Îranê ve bi dawî hatiye. Serokê Amerîkayê peyameka yekalîker arasteyî cîhanê kir û got: "Tiştê herî giring ew e ku Îran tu caran nabe xwediya çekê atomî."
Ev biryara nû piştî wê yekê tê ku Trump duhî (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) li ser tora "Truth"ê peyamek belav kiribû û tê de biryar dabû ku Tengava Hurmizê li ber keştiyên Îranî û kiriyarên wan bigre. Trump Amerîka wekî "zêrevana Tengava Hurmizê" nasandibû û ragehandibû ku ji bo dabînkirina ewlehiya vê rêyê, ew dê wekî qerebû rêjeya 20% bacê ji keştiyên di wê tengavê re derbaz dibin werbigirin.
Li aliyê beranber jî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî ragehandibû ku Tehran ligel prensîpa wergirtina "qerebûyê" ye ji bo parastina Tengava Hurmizê, lê tekez jî kiribû ku Îran "zêrevana herdemî" ya wê tengavê ye, ne Amerîka. Iraqçî ew baça 20% ya Amerîkayê wekî "baceka zêde" wesf kiribû û soz dabû ku nirxekî guncayîtir û dadperwerane diyar bikin.