Zeydî: Hêzên Amerîkayê dê di 30ê Îlonê de ji Îraqê vekişin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Koçka Spî ragehand ku serdana wî bo Amerîkayê bi armanca ragehandina hevpariyeka stratejîk a aborî ye û tekez jî kir ku hêzên Amerîkayê dê di dawiya Îlona îsal de ji Îraqê vekişin.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) li Koçka Spî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiya. Di kongreyeka rojnamevanî ya hevpar de Zeydî ragehand: "Ev serdana min a yekê ye bo Amerîkayê û serdaneka asayî nîne, belkî bo ragehandina hevpariyeka stratejîk a aborî ye. Me ligel Serok Trump li hev kiriye ku di 30ê Îlonê de hêzên Amerîkayê ji Îraqê vekişin."

Serokwezîrê Îraqê diyar jî kir ku çavê Îraqê li peywendiyeka kûr a aborî ye û deriyê wê li ber hatina kompaniyên Amerîkayî vekirî ye. Wî herwesa got: "Ez silavên kevntirîn şaristaniya cîhanê digihînim mezintirîn navenda aborî ya cîhanê. Em dixwazin peywendiyên xwe ji çarçoveyeka civakî bo peywendiyeka bihêz a aborî biguhêrin."

Kontrolkirina Çekan û Komên Çekdar

Di bersiva pirsên rojnamevanan de li ser rewşa ewlehiyê, Zeydî got: "Kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve bijardeyek e ku tu pêguherkên wê nînin. Me rêjeyeka zêde ya çekan ji komên çekdar standiye. Her kesê ku çekê xwe radest bike, em dê wekî penaberê siyasî serederiyê ligel bikin."

Zeydî tekez jî kir ku piştî 30ê Îlonê, tu hincet bo mayîna komên çekdar namînin û pêdivî ye hemî alî pabendî serweriya dewletê bin. Wî aşkere jî kir ku biryar e îsal an serê sala bê, mezintirîn korbend di bin navê "Serweriya Nîştimanî" de li dar bixin, ji ber ku "biryara Îraqê di destê Îraqiyan bi xwe de ye û ew dikarin welatê xwe biparêzin."

Avedankirin û Vegerandina Awareyan

Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser zirarên şerê DAIŞê û ragehand ku wêranbûna jêrxaneya aborî ya Îraqê bi 400 milyar dolaran tê texmînkirin û hêj pişkek ji bajaran pêdivîtî bi avedankirinê heye. Wî herwesa got: "Plana me heye ku rm awareyan vegerînin ser cih û warên wan û em li vê derê ne daku bernameyeka baş bo paşeroja aboriya welat danin."

Peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê

Di bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê Rehem Reşîdî de li ser pêgeha Herêma Kurdistanê, Elî Zeydî got: "Kurdistan pareka giring e ji Îraqê û her parçeyeka vî welatî wekî pareka laşê min e, ez tu cudahiyê di navbera deveran de nakim."

Zeydî di dawiya axavtina xwe de pesna pêgeha Amerîkayê kir, wekî welatekî giranbiha û giringtirîn hevpara stratejîk a Îraqê û tekez kir ku encamên vê serdanê dê bo paşeroja Îraqê binirx bin.