Şaredarekî CHP’ê û 23 kesên din hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê navçeya Çankayayê ya Enqereyê, Huseyin Can Guner ku ser bi CHPê ve ye, di çarçoveya lêpirsîneke gendeliyê de hat girtin. CHP’ê ev biryar wekî "zextên siyasî" pênase kir.

Dadgeha Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna li ser "gendelî û fêlkirinê" de, biryara girtinê ji bo Şaredarê Çankayayê Huseyin Can Guner û 23 kesên din da. Guner roja 11’ê Tîrmehê dema ji derveyî welat vedigeriya, li Firokxaneya Esenbogayê hatibû binçavkirin.

Şaredar Huseyin Can Guner di parastina xwe de, hemû tometên li ser gendeliyê red kirin. Guner diyar kir ku pêvajoya îhaleyan ji aliyê beşên peywendîdar ên şaredariyê ve tê birêvebirin û ti peywendiya wî ya rasterast bi van karan re nîne.

Tevî vê parastinê, dadgehê biryara girtina 24 kesan da û 6 kesên din jî bi şertê kontrola dadwerî serbest berdan.

Partiya Gel a Komarî (CHP), bertek nîşanî girtina şaredarê xwe da. CHP’ê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev operasyon, beşek ji zextên siyasî yên li ser şaredariyên wan e. Herwiha tekez kir jî, ew ê ji nêz ve çavdêriya pêvajoya dadgehkirinê bikin daku rastî derkevin holê.

Çankaya, navçeya herî mezin a parêzgeha Enqereyê ye û wekî yek ji kelayên herî bi hêz ên CHP’ê tê naskirin. Huseyin Can Guner siyasetmedarekî ciwan ê CHP’ê ye û di hilbijartinên herêmî yên Adara 2024’an de bi rêjeyeke bilind a dengan hatibû hilbijartin.