157 koçber li Lîbya û Tunisê asê mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê koçberiya neyasayî ya ber bi Ewropayê ve bi rêjeyeke berçav kêm bûye, lê di heman demê de çarenûsa bi sedan koçberên Kurd ên li welatên Afrîkayê asê mane, di metirsiyê de ye.

Li gorî daneyên nû yên ku ji aliyê saziyên pêwendîdar ve hatine parvekirin, bi hewlên hikûmet, sazî û medyayê, koçberiya ciwanên Herêma Kurdistanê ber bi Ewropayê ve bi rêjeya %93 kêm bûye. Lê tevî vê kêmbonê jî, 157 koçber li Lîbya û Tunisê asê mane.

Nûnerê Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê Pêşrew Ebdullah ji Kurdistan24ê re ragihand, niha nêzî 140 koçberên Kurd li Lîbyayê û 17 koçberên din jî li Tunisê asê mane, ku piraniya van koçberan xelkê devera Raperînê ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Ebdullah bal kişand ser lîstikên qaçaxçiyan û got: "Qaçaxçî bi jiyana koçberan dileyizin û wan dixin xetereyê. Ji ber ku di navbera Lîbya û Yekîtiya Ewropayê de peymana vegerandina koçberan nîne, Lîbya koçberan venagerîne. Ji ber vê yekê, koçber vê rêyê wekî derfetekê dibînin, lê di encamê de li wir asê dimînin."

Aşkere kir jî, 6 koçberên Kurd ên ku dixwestin ji ser deryayê re derbasî Îtalyayê bibin, winda bûne û ti agahî ji wan nayên girtin. 

Her çend koçberiya ji Kurdistanê kêm bûbe jî, li Deryaya Navîn karesatên mirovî berdewam dikin. Li gorî amarên fermî, ji destpêka sala 2024an ve heta niha, li Deryaya Navîn 1370 koçberên ji neteweyên cuda di dema hewildana gihîştina Ewropayê de yan xeniqîne yan jî winda bûne.

Pispor hişyariyê didin ciwanan ku nekevin xefka qaçaxçiyan û jiyana xwe di rêyên neyasayî de nexin metirsiyê.