Şandeya Îmraliyê û AK Partiyê li ser 'Yasaya Çarçove' civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi şandeya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) re civiya. Di civînê de mijara sereke "Yasaya Çarçove" ya têkildarî pêvajoya aştiyê bû.

Civîna ku demeke dirêj bû dihat bendewarî kirin, duh li Meclisa Tirkiyeyê pêk hat. Ji aliyê DEM Partiyê ve endamên Şandeya Îmraliyê Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Erol; ji aliyê AK Partiyê ve jî Cîgirê Serokê Giştî Efkan Ala û Serokê Komê yê AK Partiyê Abdullah Guler beşdarî civînê bûn.

Guhertûşoya dîtinan a di navbera her du şandeyan de nêzî saet û nîvekê dewam kir. Di civînê de "pêvajoya aştiyê" û amadekariyên "yasaya çarçove" hatin gotûbêjkirin. Hat ragihandin ku nûnerên AK Partiyê hûrgiliyên reşnivîsa yasayê bi şandeya DEM Partiyê re parve kirine.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Şandeya Îmraliyê jî daxwaz û pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên DEM Partiyê yên derbarê reşnivîsê de gihandin aliyê AK Partiyê. Şandeyê daxwaz kir ku divê ev yasaya nû hemû aliyên pêvajoyê li ber çav bigire û bibe xwedî çarçoveyeke berfireh.

Yek ji xalên herî girîng ên civînê jî dema derketina yasayê bû. Şandeya Îmraliyê careke din destnîşan kir ku divê binesaziya hiqûqî ya pêvajoyê di zûtirîn dem de were amadekirin. Şandeyê nerîna xwe dubare kir ku divê "yasaya çarçove" di meha Tîrmehê de li Meclisê were pesendkirin û bikeve warê cibicîkirinê.