Kurtefîlmê Kurdî "Keştiya Min a Kaxezî" li Brîtanyayê Xelata Baştirîn Bandorên Dîtbarî bir
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlmê "Keştiya Min a Kaxezî" ku ji senaryo û derhêneriya Hozan Şêrzad e, di festîvaleke navdewletî de li Brîtanyayê xelateke giring bi dest xist.
Kurtefîlmê bi navê "Keştiya Min a Kaxezî" di Festîvala Xelatên Fîlman a Azad de ku li welatê Brîtanyayê hat lidarxistin, xelata "Baştirîn Bandorên Dîtbarî" wergirt.
Derhênerê fîlm Hozan Şêrzad îro 16ê Tîrmeha 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, fîlmê wî ya ku di destpêka sala 2025an de dest bi kişandina wê kiribûn, serkeftineke mezin di asta navdewletî de bi dest xistiye. Şêrzad diyar kir, fîlm beriya niha di 5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê û Festîvala Navdewletî ya Ciwanên Iraqê de jî xelatên giring girtibûn.
Hozan Şêrzad derbarê amadekarî û keda tîma fîlm de bal kişand ser hûrgiliyan û got: "Keda vî fîlmî ne tenê bi kişandina dîmenan sînordar bû. Tîma me ya hunerî bi dilsozî xebitî. Çalak Letîf û Elî Newzad berpirsên çêkirina 'keştiyê' bûn, ku ew kêştî wekî sembol û îkona herî giring a çîroka fîlmê tê naskirin. Çêkirina keştiyê û dekorên din bi rojan dom kir û ji bo me hemûyan bû ezmûneke taybet."
Di festîvala li Brîtanyayê de zêdetirî 60 fîlman ji welatên cuda yên cîhanê beşdar bûn. Piştî nirxandina lijneya dadweriyê, fîlm di 8 kategoriyan de hatin dabeşkirin. Di encamê de, kurtefîlmê "Keştiya Min a Kaxezî" ji ber afirînerî, hûrgilî û serkeftina tîma hunerî, xelata "Baştirîn Bandorên Dîtbarî" wergirt.
Derhêner Hozan Şêrzad serbilindiya xwe bi vê xelatê anî ziman û got:
"Ev serkeftin ji bo me tenê girtina xelatekê nîne; ev nîşana wê yekê ye ku sînemaya Kurdî bi ked û dilsoziyê dikare di asta navdewletî de cihê xwe bigire. Em pir kêfxweş in ku me karî xizmeteke biçûk ji bo hunera sînemaya Kurdî bikin û şopa xwe di vê qadê de bihêlin."