Wezareta Elektirîkê: Berhemanîna elektrîkê 2500 megawat kêm bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber pirsgirêkeke ewlehiyê li kêlgeha Kormorê, berhemanîna elektrîka nîştimanî 2500 megawat kêm bûye.
Wezareta Elektirîkê îro 16ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, li kêlgeha gaza sirûştî ya Kormorê pirsgirêkeke ewlehiyê derketiye. Ev pirsgirêk bûye sedem ku hinardekirina gazê bo santralên berhemanîna elektrîkê raweste yan jî bi rêjeyeke mezin kêm bibe.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji ber rawestandinê yan kêmkirina gaza ku ji Kormorê tê, berhemanîna elektrîka nîştimanî ya li Herêma Kurdistanê bi qasî 2500 megawat kêm bûye. Ev yek dê bibe sedema kêmkirina saetên dayîna elektrîkê bo welatiyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê.
Wezareta Elektirîkê di berdewamiya daxuyaniya xwe de welatî û aboneyên elektrîkê agahdar kirin ku ev rewş demkî ye û hemû aliyên pêwendîdar li ser xetê ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û asayîkirina hinardekirina gazê bo santralên elektrîkê.
Kompaniya "Dana Gas"ê jî her îro di daxuyaniyekê de aşkere kir ku ji ber hebûna gefeke bawerkirî li ser ewlehiyê û tundbûna rewşa navçeyê, wan biryar daye ku hemî saziyên serekî yên berhemanînê li zeviya Kormorê bi awayekî demkî daxin.
Kompaniya navborî amaje bi wê yekê jî kir ku çavdêriya rewşê berdewam e û ji bo vî meremê jî ji nêzîk ve hevahengiyê ligel saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê û Bexdayê dikin.
Piştî vê daxuyaniyê, Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku arêşeyeka ewlehiyê li zeviya Kormorê çê bûye û bûye sedema kêmbûna hinardekirina gazê bo westgehên berhemanîna elektrîkê. Ji ber vê sedemê jî berhemanîna elektrîka nîştimanî bi rêjeya 2500 megawatan kêm bûye.
di pareka din a wê daxuyaniyê de hatiye ku, Wezareta Elektrîkê hevparên xwe agahdar kirine ku ev rewş demkî ye û hemî aliyên peywendîdar li ser xetê ne ji bo çareserkirina vê arêşeyê û destpêkirina hinardekirina gazê bo westgehên elektrîkê bi rengekê asayî.
Zeviya gazê ya Kormorê dikeve sînorê qezaya Çemçemalê û çavkaniya serekî ya dabînkirina gaza xwezayî ye, bo westgehên berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê.
Di dema borî de jî, zeviya Kormorê gelek caran rûbirûyî êrîşên bi moşek û dronan bûye. Her carê jî piştî van êrîşan, pêvajoya berhemanînê rawestiyaye ku ev yek rasterast bûye sedema vemirîna giştî ya elektrîkê û kêmbûna saetên elektrîka nîştimanî bo welatiyên Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ligel Hikûmeta Îraqê di nav bizavan de ye, daku zêdetir ewlehiyê bo van saziyên stratejîk dabîn bikin û rêyê li dubarebûna rûdanên bi vî rengî bigirin.