Şandeya DEM Partiyê bi Devlet Bahçelî re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi rayedarên AK Partiyê re, îro li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya. Mijara sereke ya hevdîtinan amadekariyên "Yasaya Çarçove" û pêvajoya bêçekkirinê ye.
Li Enqereyê, di çarçoveya hewildanên ji bo çareserî û amadekirina binesaziya hiqûqî ya pêvajoyê de, endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Erol, îro 16ê Tîrmehê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiyan.
Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Devlet Bahçelî nêzî 40 xulekan dom kir. Ev hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat encamdan, piştî daxuyaniyên Bahçelî yên dawî yên derbarê pêvajoyê de wekî gaveke girîng tê dîtin. Piştî civînê ti daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.
Şandeya Îmraliyê, beriya vê hevdîtinê, duh bi Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Komê yê AK Partiyê Abdullah Guler re jî civiyabûn.
Li gorî zanyariyan, amadekariyên "Yasaya Çarçove" bi lez berdewam dikin. Pêvajoya pêşniyarkirî bi vî rengî tê plankirin:
- Piştî pesendkirina yasayê li Meclisê, saziyên wekî MİT û TSK dê rewşa li qadê binirxînin.
- Encûmena Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê li ser hilweşandina rêxistinê û pêvajoya danîna çekan biryara dawî bide.
- Qonaxa dawî ya pêvajoyê dê bi biryarnameya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bikeve warê cibicîkirinê.
Di reşnivîsa yasayê de hinek xalên taybet balê dikişînin:
- Hat ragihandin ku di yasayê de ji bo Abdullah Ocalan û rêveberiya bilind a PKKê ti xalên taybet nînin. Kesên ku cezayê "muebeta giran" girtine, li derveyî vê çarçoveyê têne girtin.
- Endamên rêxistinê yên ku tevlî ti sûcan nebûne, dê karibin ji xalên "poşmaniya çalak" sûd werbigirin û vegerin ser jiyana xwe ya asayî. Dosyayên kesên ku sûcên li dijî wan hene, dê ji aliyê dadgehan ve bi awayekî cuda werin nirxandin.
- Tê payîn ku ji bo kesên vedigerin, ji bo demekê qedexeya karkirina di saziyên dewletê de û qedexeya xebatên siyasî were danîn.
Piştî van hevdîtinên li Enkqereyê, tê payîn ku Şandeya Îmraliyê di rojên pêş de serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bike, da ku encamên hevdîtinan û hûrgiliyên yasayê bi wî re parve bikin.