Konsulê Brîtanyayê serdana Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl kir

Wêne ji Facebooka Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl
Wêne ji Facebooka Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo pêşxistina tevgera bazirganiyê û xurtkirina peywendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê serdana Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl kir û ligel serpereştê wî derîyî civiya.

Peywendî û Ragihandina Komelgeha Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê ragihandiye ku şandeke Brîtanyayê bi serokatiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley gihîştiye wî derîyî û ji aliyê serpereştê wî derîyî ve pêşwaziya wê şandê hatiye kirin.

Çavkaniya navborî gotiye: “Di çarçoveya kar û bizavan de ji bo pêşxistina tevgera bazirganiyê û hevfêmkirina ji bo xurtkirina peywendiyên aborî, Serpereştê Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley û şandê ligel wî kir.”

Her li gorî daxuyaniya Ragihandin û Peywendiyên Komelgeha Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl, di hevdîtineke hevpar de danûstandin li ser çend mijarên giring ên bazirganiyê hatiye kirin.

Di civînê de bi hûrgulî behsa rewşa bazirganiya deverê, dîtina rêkarên nû ji bo zêdetir pêşxistin û hevahengiyê ligel welatê Brîtanyayê di warê lihevguhertina kelûpelan de hat kirin.