Fuad Husên: Me ligel Amerîkayê behsa dosyeyên aborî û ewlehiyê kir

Fuad Husên
Fuad Husên

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê ragihand ku Serokê Amerîkayê piştgiriya xwe bo hikûmeta niha ya Îraqê nîşan daye û diyar kir ku li gorî lihevkirina dawiyê, hêzên Amerîkayê dê di dawiya meha Îlona îsal (2026) de ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişin.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Di hevdîtinên me de, Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku ew piştgiriya hikûmeta niha ya Îraqê dike.”

Fuad Husên aşkere kir Ji bilî piştgiriya siyasî, biryar e hejmareka lihevkirinên bazirganî ligel kompaniyên Amerîkayê bên îmzekirin, bi taybetî ew kompaniyên ku di warên enerjî, petrol, gaz û elektrîkê de kar dikin."

Wezîrê Derve yê Iraqê da zanîn ku dosyeya aborî tewerê herî giring ê serdana Serokwezîrê Îraqê bo Amerîkayê bûye. Herwesa dosyeya ewlehiya navxweyî û ya herêmî jî hatine nîqaşkirin, bi taybetî pirsa çekên li derveyî kontrola hikûmetê ku bandor li ser ewlehiya navxweyî heye.

Hişyariya aborî û girtina Tengava Hurmizê

Fuad Husên hişyarî da ku tevlîbûna deverê di şer de dê zirarê bigihîne hemî aliyan û bi taybetî Îraqê, û got: "Şerê deverê zirarê dighîne hemî aliyan, nexasim Îraqê. Ger Tengava Hurmizê ji ber şer bê girtin, Îraq nikare petrola xwe hinarde bike û ev yek jî dê qeyraneke mezin a aborî li navxweya Iraqê biafirîne."

Projeya “Kerkûk – Banyas”ê

Di derheqa projeya xeta petrolê ya navbera Kerkûk û bendera Banyasê ya Sûriyeyê de, Fuad Husên ji Kurdistan24ê re aşkere kir ku wî di serdana xwe ya herî dawiyê de bo Şamê, ev mijar ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera nîqaş kiriye. Diyar jî kir ku aliyê Sûriyeyê amadebûna xwe ji bo veberhênanê di vê projeyê de nîşan daye, lê bicihanîna wê pêdivîtî bi budceyeke mezin heye.

Wezîrê Derve tekez jî kir ku Serokwezîrê Îraqê berdewam bizavê dike ku ewlehiyê biparêze daku kompaniyên biyanî bikarin veberhênanên xwe berdewam bikin, û herwesa tekez kiriye ku divê komên çekdar çekên xwe radestî saziyên fermî yên dewletê bikin.

Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraq û Herêma Kurdistanê

Fuad Husên di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo Kurdistan24ê biryara dawiyê ya li ser dosyeya serbazî ya ligel Waşintonê aşkere kir û ragihand: "Lihevkirin hatiye kirin ku hêzên Amerîkayê di dawiya meha Îlona îsal (2026) de ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişin. Ev yek jî daxwaza fermî ya hikûmeta niha ya Îraqê ye."