Kuweyt: Me rê li êrîşeke mûşekî û dronî ya Îranê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Erkanê Giştî ya Artêşa Kuweytê ragihand ku sîstema wan a berevaniya asmanî niha mijûlî şikandina êrîşeke nû ya mûşekî û gelek dronên "dijminkarane" ye, ku bi gotina wan, destdirêjiyeke nû ya Îranê ye bo ser axa welatê wan.

Serokatiya Erkanê Giştî ya Artêşa Kuweytê îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku hêzên wan ên berevaniya asmanî niha rûbirûyî êrîşan bûne, ku bi gotina wan “destdirêjiyeke Îranê” ye bo ser axa welatê wan.

Artêşa Kuweytê welatiyên xwe haydar kirine ku: "Ger dengê teqînan hat bihîstin, ew encamê şikandin û pûçkirina êrîşan ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve ye." Di eynî demê de, aliyên peywendîdar daxwaz ji her kesî kiriye ku pabendî rênimayiyên ewlehî û silametiyê bin ku ji aliyê dezgehên fermî ve tên weşandin.

Ev daxuyaniya Kuweytê di demekê de ye ku her îro Artêşa Îranê bi daxuyaniyeka fermî ragihand ku di saetên borî de û di çarçoveya qonaxa 12ê ya operasyona bi navê "Saîqe" de, wan bi rêya dronên bombekirî yên "Areş" bingehên serbazî û navendên piştgiriya lojîstîk a artêşa Amerîkayê li nav axa Kuweytê hingaftine.