Asayîşa Herêma Kurdistanê amara êrîşên mûşekî yên li ser Silêmaniyê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser êrîşên mûşekî yên vê sibehê li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê belav kir û tê de hejmar û cîhên ketina mûşekan aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, saet 06:20 ê sibeha îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) bi 7 mûşekan êrîşî ser çend deverên parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Dezgeha Asayîşê hûrgiliyên belavbûna mûşekan bi vî rengî aşkere kirin:
- 4 mûşek arasteyî gundê Zirgwêzeleyê hatine kirin.
- 1 mûşek li gundê Qisiridî ketiye.
- 2 mûşek li nêzîkî Girê Kopaniyê li sînorê qezaya Qeredaxê ketine xwarê.
Dezgeha Asayîşê herwesa amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên wan dest bi lêkolîn û şopandinên berfireh kirine, daku qebareya zirarên canî û madî yên van êrîşan aşkere bikin û lêpirsîn di vî warî de berdewam in.