Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ligel şanda AK Partiyê û Bahçeli civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku wan li Enqereyê ligel nûnerên AK Partiyê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli hejmareka hevdîtinan li dar xistiye, û behsa qonaxa niha ya pêvajoya aştiyê û amadekirina çarçoveyeka qanûnî ji bo vê pêngavê hatiye kirin.
Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyeka fermî aşkere kir ku ew pêr (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) ligel nûnerên Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) û duhî (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) ligel Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli civiyane. Di wan her du hevdîtinan de jî, bi hûrgulî qonaxa ku niha pêvajoya aştiyê pê re derbaz dibe û dîtina rêyên nû yên diyalogê hatine nirxandin.
Yek ji mijarên herî serekî yên ku di van civînan de hatine nîqaşkirin bizava ji bo avakirina çarçoveyeka qanûnî ya guncayî û nû bûye, daku bersiva daxwaz û pêdiviyên qonaxa niha bide. Her du aliyan li ser vê xalê hizir û ramanên xwe parve kirine û tekezî li ser giringiya darêtina pîvanên qanûnî bo serkeftina vê pêvajoyê û misogerkirina pêngavên paşerojê hatiye kirin.
Şanda DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berdewamiya vê rêyê û diyar kir ku pêvajoya şêwir û danûstandinên navbera aliyên peywendîdar dê bi rengekî çalak berdewam bike. Herwesa wê şandê aşkere jî kir ku armanca wan a herî nêzîk û wekî pêngava bê ya destpêkî ew e ku di demeka pir nêzîk de serdana girava Îmraliyê bikin û ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bicivin.
Şandê di dawiya daxuyaniya xwe de bi vî rengî tekezî li ser bizavên xwe kir: "Di van hevdîtin û peywendiyên ku me di 15 û 16ê Tîrmehê de kirine de, me nirxandineka giştî bo qonaxa niha ya pêvajoyê û pirsa bicihanîna çarçoveyeka qanûnî kir. Di demekê de ku em di şêwirên xwe de berdewam in, plana me ya sereke ew e ku di demeka herî nêzîk de hevdîtinekê li Îmraliyê pêk bînin."