Fuad Husên: Fişar heye ku Iraq bê kişandin nav şer

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, derbarê rewşa aloz a navçeyê û bandora wê li ser Iraqê de diyar kir, heta niha nêzî 200 welatiyên wan jiyana xwe ji dest dane û hinartina petrolê jî rawestiyaye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir, Iraq li dijî berfirehbûna şer e, lê bi awayekî eşkere di bin fişarê de ye. Husên got: "Fişareke mezin li ser Iraqê heye ku welatê me bikişînin nav vî şerî. " 

Husên diyar kir, ji ber van aloziyan heta niha nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest dane, ziyanên madî yên mezin çêbûne û ji destpêka şer ve hinardekirina petrolê hatiye rawestandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir, hikûmet hewil dide "çek tenê di destê dewletê de be" û di vê çarçoveyê de got: "Sê komên çekdar bi awayekî kiryarî dest bi radestkirina çekên xwe kirine. Lê belê heta niha helwesta komên wekî 'Ketayîb Hizbullah' û 'Tevgera Nuceba' ya ji bo radestkirina çekan bi tevahî nehatiye zelalkirin."

Fuad Husên destnîşan kir, Iraq dixwaze pêwendiyên xwe yên bi welatên Kendavê re di asta herî bilind de bigire. Herwiha diyar kir, Bexda her cure êrîşên li ser welatên Kendavê şermezar dike û amade ye ji bo parvekirina zanyariyên îstîxbaratî û hevkariya ewlehiyê bi wan welatan re bixebite.

Piştî 28ê Sibatê û destpêkirina girjiyên tund di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, Iraq bûye qada rûbirûbûnê. Komên çekdar ên nêzî Îranê gelek caran baregehên Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirine armanc û welatên navçeyê jî ji van êrîşan bêpar nemane.