Supaya Pasdaran: Li Tengava Hurmizê du keştiyên petrolê teqiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li başûrê Tengava Hurmizê du keştiyên petrolê teqiyan û agir bi wan ket. Supaya Pasdarên Îranê Amerîkayê tawanbar dike û ragihand, wan dest daniye ser çar keştiyên din jî.
Supaya Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, di dema derbasbûna ji rêreweke başûrê Tengava Hurmizê de, du keştiyên wan ên petrolê teqiyane û şewat bi wan ketiye.
Supaya Pasdaran got ku ev her du keştî ji ber "dek û dolab û lîstikên" dezgehên îstîxbarata Amerîkayê ketine nav qadeke mînan û ji ber wê teqiyane. Di daxuyaniyê de nehat aşkerekirin ka nasnameya van keştiyan çi ye, ziyanên wan çi ne û rewşa karmendên li ser keştiyan di çi astê de ye.
Li aliyê din, televîzyona fermî ya Îranê li ser zarê Supaya Pasdaran ragihand, hêzên wan di dema derbasbûna ji Tengava Hurmizê de, dest danîne ser çar keştiyên din jî. Heya niha nehatine zanîn ka ev keştî yên kîjan welatî ne û ji ber kîjan sedemê hatine sekinandin.
Ev alozî di demekê de ye ku rûbirûbûna di navbera Îran û Amerîkayê de gihîştiye asta herî bilind. Ev yek bûye sedem ku trafîka keştiyan li Tengava Hurmizê kêm bibe.
Li gorî daneyên kompanyaya "Kpler" ku çavdêriya tevgera keştiyan dike, guhertinên di trafîkê de bi vî rengî ne:
- Roja Pêncşemê: Tenê 8 keştî derbas bûne.
- Roja Çarşemê: 15 keştî derbas bûn.
- Berî du hefteyan: Rojane 48 keştî derbas dibûn.
- Berî Şer (Sibat): Rojane zêdetirî 100 keştî di tengavê re derbas dibûn.