Dijeterora Kurdistanê: 5 dron li asîmanê Hewlêrê hatin şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, di nava 24 saetên dawî de rûbirûyê du pêlên êrîşên dronên bombebarkirî bû. Sîstema berevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karî hemû dronan Beriya ku bigihîjin armancên xwe li asîmanê bajêr têk bibe.

Dijeterora Kurdistanê belav kir, şeva borî 16ê Tîrmeha 2026an, di navbera saet 04:19 û 05:25an de, 5 dronên bombebarkirî ber bi Hewlêrê ve hatin şandin. Sîstema berevaniyê her 5 dron li asîman xistin. 

Dijeterora Kurdistanê amaje bi wê jî kir, di vê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Duh danê sibêya jî di navbera saet 04:19 û 05:25an de, hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombebarkirî li asîmanê Hewlêrê têk birin û xistin, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin.

Herwiha şeva çarşemê (15ê Tîrmehê) di navbera saet 20:53 û 21:20an de, careke din 8 dronên bombebarkirî paytexta Herêmê kiribûn armanc. Ew dron jî ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hatibûn pûçkirin û ti ziyanên wan nebibûn.

Ev êrîş di demekê de pêk tên ku Rojhilata Navîn di qonaxeke gelekî hestiyar re derbas dibe. Ji aliyekî ve êrîşên asmanî yên Amerîkayê li dijî hin armancan û ji aliyê din ve aramnckirina berdewam a baregehên Amerîkayê, navçe aniye ber teqîneke mezin.