Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Êrîşên Îranê bêhincet in û tenahiya deverê têk didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeka fermî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin, û hişyarî da ku berdewamiya van êrîşan dê aramiya hemî deverê têk bidin.
Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdsitanê îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) daxuyaniyeka fermî belav kir û tê de ragihand ku ev êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bê hincet in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji berpirsên Komara Îslamî ya Îranê kir ku demildest dawiyê bi van êrîş û pêngavên serbazî bînin.
Encûmena Wezîran di daxuyaniya xwe de bang li saziyên fermî yên federalî û cîhanî jî kir û ragihand: "Em daxwaz ji Hikûmeta Îraqa Federal û Civaka Navdewletî dikin ku sînorêkî ji bo van binpêkirinan danin û li beramber van êrîşan bêdeng nemînin."
Ev helwesta Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku her ji berbanga îro ve, çend deverên Herêma Kurdistanê û bi taybetî sînorê parêzgeha Silêmaniyê û asmanê Hewlêrê rûbirûyî êrîşên moşekî û dronên bombekirî yên Îranê bûn ve.