Li Silêmaniyê 6 projeyên nû yên geştiyariyê tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Geştiyariyê ya Silêmaniyê ragihand, ji bo guhertina rûyê bajêr û rakêşana geştiyarên zêdetir, 6 projeyên nû yên stratejîk di warê veberhênanê de li sînorê parêzgehê têne cîbicîkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta geşepêdana sektora geştiyariyê li parêzgeha Silêmaniyê, amadekariyan ji bo destpêkirina 6 projeyên giring ên veberhênanê dike. Li gorî zanyariyên peyamêrê Kurdistan24ê, ev proje niha di qonaxa dîzayn û "saytplan"ê de ne.

Ev projeyên stratejîk bi hevkariya Wezareta Plandanînê, Wezareta Şaredariyan û bi hevahengiya Rêveberiya Geştiyariyê û Şaredariya Silêmaniyê hatine amadekirin. Armanc ew e ku binesaziya geştiyariyê ya bajêr were nûjenkirin û li gorî pîwerên navdewletî were amadekirin.

Cihê cîbicîkirina projeyan bi hûrî hatine diyarkirin. Beşeke giring a van veberhênanan li devera "Çeqçeq" û havîngeha "Serçinarê" têne avakirin. Ji ber ku ev herêm salane ji aliyê bi hezaran geştiyarên ji naverast û başûrê Iraqê ve têne serdan kirin, hikûmetê biryar daye ku li van deveran navendên nûjen û mînî-geştiyariyê yên madern zêde bike.

Armanca sereke ya vê pêngava nû, guhertina sîmaya geştiyariyê ya Silêmaniyê ye. Bi van projeyan, tê payîn ku xizmetguzariyên geştiyariyê yên bajêr derbasî qonaxeke nû û pêşkeftîtir bibin, ku ev yek dê bandoreke rasterast li ser aboriya herêmî û afirandina derfetên kar bike.